Rûsya û Tacikistan manoreke serbazî lidar dixin

Hewlêr (Rûdaw) - Li Tacikistanê di navbera Rûsya û Tacikistanê de manoreke serbazî ya hevbeş a yek hefteyî birêve diçe kû 5 hezar serbaz û bêhtir ji 700 tank û zirîpoşan têde beşdarin.

Despêkirina vê manorê di demek daye kû Efxanistan ketiye bin deshilata Talibanê de û berpisên Rûsî jî dibêjin DAIŞ hewl dide pêgeha xwe di wî welatî de bihêz bike.

Tacikistan jî cîrana Efxanistanê ye û tirsa wê yekê heye di her demek de girûpên tundrew pê bixin nav axa wan.

Wezîrê Berevaniya Tacikistanê Sherali Mirzo got “Ew grûpên terorî yên li Efxanistanê ku piştî hatina Talibanê çalakiyên terorî encam  didin, gelek çekên serdemyane ketine destê wan. Hevdem, pêgeha xwe jî bihêz kirine û rewşa niha bi defet dibînin ji bo ku Efxanistanê bikin pêgeheke bihêz a xwe ji bo encamdana karên terorî yên berfirehtir di navçeyê de.”

Ev manor beşeke ji meşq û rahênanên cengî yên yek hefteyî ku di navbera Rûsya, Tajikistan û 6 welatên din ên yekitîya Sovieta berê de birêve diçe.

Rûsya dibêje wan bawerî bi Talîban heye lê tirs ji Qaîde û DAIŞê heye ku bibin gef liser welatên yekitîya Sovieta berê.

Di meseleya Efxanistanê de Rûsya rola navbeynkar dîtiye û balyozxaneya xwe li Kabûl bi cih nehiştiye û ji wê dema ku Taliban dest danîye ser desilatê, çend caran peywendî ligel berpirsên Talibanê de kiriye.

Cîgirê Fermandeyê Hêzên Çekdar ên Rûsyayê dibêje “Taliban hewil dide hemû grûpên terorî li navçeyê derbixe yan jî hewil dide jinav bibe daku  bi tena serê xwe bimîne û desthilatê birêve bibe. Ji ber vê yekê me amadekarî kirine ji bo egera wê yekê ku Taliban terorîstan ber bi Tajikistanê bişîne.”

Li gorî pêgeha Global Firepower, ku pêgeheke hevberkirina hêza çekdarî ya cîhanê ye, Rûsya piştî Amerîka li rêza dûyem a bihêztirîn artêş cîhana tê ku 1 milyon 14 hezar serbaz di erkan de  ne.

Hevdem, di hêza tankan de jî rêza yekemîn a cîhanê de ye ku 13 hezar tankên wê hene.

Di warê hêza asmanî de jî di rêza duyemîn de ye ku 4 hezar û 144 balefirên wê yên serbazî hene ku 789 ji wan balefirên şer in.