Amerîka hêza xwe ya leşkerî li Rojhilata Navîn zêde dike

23-09-2024
RÛDAW
Nîşan Amerîka Hêza Leşkerî Îsraîl Hizbulaha Libnanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Amerîka ji ber zêdebûna rageşiya li Rojhilata Navîn dê hinek leşkerên din bişîne herêmê.

Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) bi daxuyaniyekê ragihand ku ji ber zêdebûna rageşiya di navbera Îsraîl û Hizbulaha Libnanê de, ew dê leşkerên xwe li herêmê zêde bikin.

Pentagonê di daxuyaniya xwe de got:

“Ji ber zêdebûna rageşiyê û zêdekirina tedbîrên li Rojhilata Navîn, em dê hêza xwe ya leşkerî  li herêmê zêde bikin.”

Li ser pirsa ku dê çend leşker bişînin ku derê jî wiha hat gotin, “Ji ber sedemên ewlehiya operasyonê, em dê li ser hûrguliyên taybetî şîroveyan nekin an agahiyên zêde nedin.”

Niha li herêmê nêzîkî 40 hezar leşkerên Amerîkayê hene.

Di êrişa Îsraîlê ya îro li Libnanê de 274 kes hatin kuştin

Artêşa Îsraîlê ji vê sibehê ve li başûrê Libnanê bi sedan êrişên esmanî pêk anîn.

Wezîrê Tenduristiyê yê Libnanê Firas el-Ebyad li ser êrişên Îsraîlê di civîneke çapemeniyê de zanyarî dan.

Ebyad da zanîn ku di êrişên Îsraîlê de 274 kes hatine kuştin ku di nav wan de 24 zarok û 39 jin jî hene.

Her wiha, Ebyad da zanîn ku ji başûrê Libnanê pêleke koçberiyê ber bi bakurê Libnanê ve dest pê kiriye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst