Sekreterê Giştî yê NYyê bang kir: Rageşiyê kêm bikin

Hewlêr (Rûdaw) - Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres li hemberî gurbûna rageşiya li ser sînorê Îsraîl û Libnanê hişyarî da û got, “Rageşiyê kêm bikin.”

Berdevkê Neteweyên Yekbûyî Stephane Dujarric di civîna çapemeniyê ya rojane de peyama Guterres a li ser geşedanên li Libnanê parve kir.

Antonio Guterres diyar kir, ew ji ber rageşiya li ser sînorê Îsraîl-Libnanê yê wekî "Xeta Hêşîn" tê pênasekirin û her wiha ji ber kuştina sivîlan bifikar e.

Guterres her wiha da zanîn ku ew di heman demê de ji ewlehiya personelên NYyê jî bifikar e.

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî bangî aliyan kir ku rageşiyê kêm bikin û berê xwe bidin çareseriya dîplomatîk û wiha got:

"Çareseriya ku dê her du aliyan jî ewletir bike ne çareseriya leşkerî ye."

Guterres her wisa bangî hemû aliyan kir ku biryara Konseya Ewlehiyê ya NYyê ya Hejmare 1701ê bicih bikin û bilez dawiyê li pevçûnan bînin û aramiyê pêk bînin.