Erdogan: Di çend mijaran de pirsgirêkên me bi Amerikayê re hene

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan derbarê pêwendiyên Washington û Enqereyê got, “Di çend mijaran de pirsgirêkên em bi Amerikayê re hene”

Sibe civînên Neteweyên Yekbûyî dest pê dikin û nûner, serok û serkirdeyên welatan li New Yorkê kom bûne.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan jî ji bo beşdarbûna 79emîn Civîna Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî li Amerîkayê ye.

Erdogan li gel endamên rêxistina ne hikûmî TASCê ya li New Yorkê civiya.

Derbarê pêwendiyên Enqere û Washingtonê Erdogn got, salên borî tevgera bazirganî li gel Amerikayê 30 milyar dolar bûye lê çavê Enqerê lê ye heta 100 milyar dolaran zêde bike.

Erdogan eşkere kir bi Amerîkayê re pisgrêkên wan hene û got:

“Di çend mijarên girêdayî asayîşa nîştimanî ya me de, heta niha di nêrîna me û ya hikûmeta Amerîkayê de cûdahî hene.

Em bendewariya xwe ya ji dostê me Amerîkayê dubare dikin ku di her şert û mercan de dawî li piştgiriya ji bo PKK, PYD, YPG û FETOyê bîne."

Erdogan her wiha li Rêxistina Nîştimanî ya Tirk-Amerikayê (TASC) ya li New Yorkê axivî:

"Wekî hemû cîhanê, em jî ji nêzîk ve çavdêriya hilbijartina serokatiya Amerîkayê dikin.

Lê di encamê de her kî bibe serok jî nerîna me ya ji bo Amerîka û diyaloga asta bilind a pêwendiyên me nayên guherîn."