Konseya Ewropayê bangî Tirkiyeyê kir: Qerebûyê bidin Rûmên Qibrisê

Hewlêr (Rûdaw) - Konseya Ewropayê derbarê qerebûyên Rûmên Qibrisê de hişyarî da Tirkiyeyê û got, “40 milyon euro qerebû, bi faîzan re gihiştiye 60 milyon euroyî.”

Welatiyên Rûm ên li Qibrisê, sala 1974an neçar man milk û erdên xwe yên li bakurê Qibrisê yên di bin kontrola Tirkiyeyê de terk bikin.

Ew welatiyên ku derbasî herêma Rûman bûn li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê doz vekir.

Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê, ji bo erd û milkên welatiyên Rûm, di 33 dozên cuda de 40 milyon euro cezayê qerebûyê li Tirkiyê birî.

Tirkiyeyê cezayê xwe nedaye

Tirkiyeyê 40 milyon euro cezayê ku lê hatiye birîn heta niha nedaye.

40 milyon euro cezayê qerebûya ku di navbera salên 2006-2011an de hatibû birîn bi faîzê re gihiştiye 60 milyon euroyî.

Komîteya ku bicihkirina biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê dişopîne li Strasbourgê civiya.

Komîteyê piştî civînê ragihand ku divê Tirkiye di çarçoveya Rêkeftina Mafên Mirovan a Ewropayê de ku îmze kiriye berpirsiyariyê xwe bîne cih.

 Komîteyê da zanîn ku divê Tirkiye qerebûya welatiyên Rûm bide wan.

Komîteyê herwiha da zanîn, tevî ku wan salên 2009, 2014 û 2016an sê caran ji berpirsên Tirkiyeyê re name şandine jî Tirkiyeyê qerebû nedaye wan kesan.

Komîteyê destnîşan kir ku ew ji ber vê yekê xemgîn in.