Almanya tedbîrên xwe yên li hemberî koçberan tundtir dike

23-09-2023
RÛDAW
Nîşan Almanya Koçberî Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîra Karên Navxwe ya Almanyayê ragihand ku divê li ser koçberan hevkariya bi Tirkiyeyê re bê zêdekirin.

Li gorî amarên Daîreya Koç û Penaberan a Almanyayê (BAMF), di 8 mehên destpêkê de hejmara koçberên ku çûne Almanyayê ji sedî 77 zêde bûye û gihîştiye 204 hezar kesan.

Herî zêde welatiyên Sûriye, Efxanistan û Tirkiyeyê wek koçber diçin Almanyayê.

Opozîsyona Almanyayê ji bo ku rê li ber koçberên qaçax bê girtin ji hikûmetê daxwaza tedbîrên tundtir dike.

Almanya dê li ser sînorên Polonya, Çekya û Swîsreyê xalên kontrolê dayîne.

“Hatina koçberan bi temamî nayê astengkirin”

Wezîra Karên Navxwe ya Almanyayê Nancy Faeser ji medyaya welatê xwe re axivî û got:

“Herçiqas li ser sînoran xalên kontrolê bên danîn jî hatina koçberan bi temamî nayê astengkirin.”

Nancy Faeser tekez dike ku divê bi Tirkiyeyê re hevkariyeke nêzîk hebe û anî ziman:

“Pêwîst e rêkeftina koçê ya bi Tirkiyeyê re were nûjenkirin. Rêkeftina penaberan a di navbera Yekîtiya Ewropayê û Tirkiyeyê de bi başî bi rê ve naçe.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst