Parlamenterê Awistralyayê: Divê em hemû li dijî guherîna avhewayê bi hev re bixebitin

23-09-2023
RÛDAW
Parlamenterê Awistralyayê Rob Mitchell
Parlamenterê Awistralyayê Rob Mitchell
Nîşan Neteweyên Yekbûyî Awistralya
A+ A-

Parlamenterê Awistralyayê Rob Mitchell bal kişand ser wê yekê ku welat li ser rêyên têkoşîna li dijî guherîna avhewayê xwedî nêrînên cuda ne.

Parlamenterê Awistralyayê Rob Mitchell ê ku ji bo civîna 78emîn Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî li bajarê New Yorkê yê Amerîkayê ye, bersiva pirsên Nûçegihanê Rûdawê Sînan Tunçdemîr da.

Rob Mitchell diyar kir ku divê welatên cîhanê li ser guherîna avhewayê bi hev re bixebitin û got:

“Em hemû astengiyên gelekî mezin ên guherîna avhewayê dibînin, loma dive em bi hev re bixebitin. Bi nerîna min ev derfeteke gelekî baş e.”

Rûdaw: Her wek ku hûn agahdar in civîna Civaka Giştî ya Neteweyên Yekbûyî dest pê kiriye. Nerîna we çi ye?

Rob Mitchell: Tişta ji bo min gelekî balkêş e ew e ku li vê derê hemû bi hev re li ser wan mijaran radiwestin ku girîng in. Pêwendî bi wê yekê ve nîne ka em li çi beşekî vê cîhanê dijîn. Hemû astengiyên gelekî mezin ên guherîna avhewayê dibînin loma dive em bi hev re bixebitin.

Bi nerîna min ev derfeteke gelekî baş e û tu li her cihekî vê cîhanê bî, em dikarin bi hev re kar bikin. Gerestêrkeke me heye, derfeteke me heye û divê bi hev re kar bikin.

Rûdaw: Wate hûn di wê baweriyê de ne ku hemû li ser pirsgirêkan bi hev re ne lê dema behsa çareserkirina pirsgirêkan tê kirin, ti pêşniyareke we heye?

Rob Mitchell: Binêre, bi nerîna min di mijara şerê dijî guherîna avhewayê de nerînên me yên cuda hene, lê bi baweriya min ku her kes dizane ku pirsgirêk heye û ew jî bi wê yekê ve girêdayî ye ku em dicivin, kar dikin û rûdinin daku bi hev re çareseriyeke maqûl bibînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst