Parlamenterê Alman: Eger polîtîkayên me bihatana şopandin dê li Deryaya Spî mirin çênebûna

23-09-2023
Ala Şalî
Ala Şalî
Parlmanterê Partiya AFDyê Martin Hess/Wêne: Rûdaw
Parlmanterê Partiya AFDyê Martin Hess/Wêne: Rûdaw
Nîşan Martin Hess AFD Almanya Koçber
A+ A-

Parlamenterê Almanyayê Martin Hess li ser hatina koçberan a bi rêya Deryaya Spî got “Eger polîtîkayên me bihatana şopandin dê li Deryay Spî mirin çênebûna.”

Martin Hess diyar kir ku ew ne li dijî koçberiya yasayî ne û got “koçberiya yasayî û ne yasayî ji hev veqetînin.”

Hess balêkişand ser wê yekê ku koçberiya ne yasayî “dibe sedema gelek zehmetî û belengaziyê, dibe sedema mirina hejmareke pir mezin li Deryaya Spî û em êdî nikarin vê yekê qebûl bikin.”

Herwiha Hess diyar kir piraniya koçberên ku tên Almanyayê ne hejar in û got “Bi hezaran, deh hezar euroyên wan hene ku didin qaçaxçiyan. Êdî ew ne penaber in.”

Parlmanterê Partiya Alternatîf ji bo Almanyayê (AFD) Martin Hess li ser pirsgirêka koçberan a li Almanyayê bersiva pirsên nûçegihana Rûdawê Ala Şalî da.

Rudaw: Hûn plan dikin ku ji bo krîza penaberan çareseriyek çawa bişopînin? Wek hûn jî dizanin, partiya opozisyonê proje yasayek ji bo çareserkirina kirîza penaberan belav kiriye, hûn li ser çi difikirin?

Martin Hess: Dibe ku ev dîsa bibe bingeheke ji bo koçberiyê. Divê em zorê bidin wê yekê ku koçberiya yasayî û ne yasayî ji hev veqetînin. Ev nêrîna fraksiyon min e, yê ku bi awayekî qanûnî were Almanyayê, wê derfet hebe ku welatê me yê xweş nas bike. Her kesê ku bi destên xwe hebûna xwe ava bike, bi alîkariya civaka me bikaribe debara malbata xwe bike, helbet bi xêr hatiye Almanyayê.

Ya ku em li dijî wê ne, koçberiya neqanûnî ye û ev yek niha di astek mezin de pêk tê. Ev dibe sedema gelek zehmetî û belengaziyê, dibe sedema mirina hejmareke pir mezin li Deryaya Spî û em êdî nikarin vê yekê qebûl bikin. Êdî Almanya bi tenê ti kapasîteya wê nemaye. Ne derfetên me yên aborî û ne jî cîhê me heye ku em vê hejmarê bi cih bikin.

Encamên sîstema me ya ewlekariya civakî ew e ku beşeke mezin ji koçberên neyasayî rasterast di nav sîstemên ewlehiyê de tên welat û beşeke diyarkirî ji van kesan jî tundûtûjiyê dikin û bi awayekî metirsiyeke troristî çêdikin. Em ji vê yekê naxwazin. Ji ber vê yekê em dixwazin bi berdewamî pêşî li koçberiya neqanûnî bigirin.

Rûdaw: Hûn dê çawa cîbicîh bikin?

Martin Hess: Pêdiviya me bi dîwarên 180 pileyî yên siyaseta heyî heye. Ev tê wê wateyê ku divê em piştrast bibin ku sedema koçberiya îllegal a ber bi Almanyayê ve ye. Eger ez ji aliyê finansal ve, yanî pere ve li xizmetên me yên civakî binêrim, dê pêşî li vê yekê bê girtin.

Ev tê wateya feydeyên cuda li şûna pere. Her wiha divê em piştrast bin ku sînorên me bi têra xwe ewle bin. Ev tê wê wateyê ku em dixwazin bêtir kontrolên sînorî yên mayînde hebin da ku karibin tavilê kesên ku bi qaçaxî derbasî sînor dibin red bikin. Her tiştên ku bi qaçaxî ketine vir li vir tê parastin. Divê ev kes bi awayekî mayinde û bi biryar bên dersînorkirin.

Rûdaw: Tê gotin ku partiya we gotinên nefretê di civakê de belav dike, hûn li ser van îdiayan çi difikirin?

Martin Hess: Em bi eşkere alîgirê rawestandina vê çewsandina neyînî ya koçberiya ne yasayî ya ber bi Almanyayê ve ne. Di bingeha xwe de em humanîst û dostên gel in, ji ber ku siyaseta heyî dibe sedem ku bi hezaran mirov li Derya Spî binav bibin û li wir bimirin.

Bi polîtîkaya xwe ya zelal em ji koçberiya ne yasayî ya Ewropayê re dibên na, em ji koçberiya ne yasayî ya Almanyayê re jî dibêjin na.

Wekî Avusturalyayê dê ji her kesê li ser rûyê cîhanê re zelal be ku rêwîtiya ber bi Ewropayê ve bê wate ye mirov nakeve zehmetiyê jî ku here wê derê. Eger polîtîkayên me bihatana şopandin dê li Derya Spî mirin çênebûna.

Rûdaw: We behsa penaberên ku bi rêyên qanûnî hatine jî kir, ev penaber dikarin tenê ji bo kar bên Almanyayê?

Martin Hess: Erê. Ji ber vê yekê eger kesek bixwaze were welatê me, heke bêje ez dixwazim di paşerojê de li vir bixebitim, wesfeke min a taybetî heye, wê hingê bingehên çalakiyê li hev dikin û vîze jî li gorî wê were dayîn. Tam ferqa vî kesî an jî van kesên ku bi mafê xwe tên welatê me ev e.

Ev kes xwe entegre dikin, ev kes ji bo civaka me tiştekî dikin. Dixwazin bi me re bixebitin da ku welatê me xweştir bikin û ji ber vê yekê jî li dijî vê koçberiya yasayî tu îtîraz tune. Em li dijî koçberiya ne yasayî ne.

Rûdaw: Ji ber vê yekê, hûn li ser kesên ku ji şer direvin çi difikirin, wek mînak Sûriyeyî? Hûn dê penaberên Sûriyeyî qebûl bikin?

Martin Hess: Li vir jî, divê ez bi zelalî ji we re bibêjim ku di piraniya kesên ku li Almanyayê tên cem me de çi heye. Ev bi piranî xortên ne bêkêmasî û xwedî bi aqil in, bi hezaran, carinan jî bi deh hezaran kîlometreyan meşiyane.

Ew ne ji yên herî hejar in. Bi hezaran, deh hezar euroyên wan hene ku didin qaçaxçiyan. Û Niha dewleteke ewle heye ku êdî gef li wan nayê xwarin. Û Almanya bi temamî bi dewletên ewle hatiye dorpêçkirin. Ew hîn jî tên Almanyayê.

Êdî ne penaber in. Ev koçberên hejar in. Ev koçberiya girseyî ya ne yasayî ye û divê bê rawestandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst