Wezîrê Karên Derve yê Macaristanê: Divê Swêd rêzê li gelê Macar û demokrasiya wê bigire

New York (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Macaristanê Peter Szijjarto got ku hikûmet piştgirî dide endamtiya Swêdê ya NATOyê, lê biryara dawî ya parlamentoyê ye.

Wezîrê Karên Derve yê Macaristanê Peter Szijjarto ku ji bo civîna 78emîn Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî li bajarê New Yorkê yê Amerîkayê ye, bersiva pirsên Nûçegihanê Rûdawê Diyar Kurde da.

Wezîr Peter Szijjarto li ser pirsa “Çima Macaristan li dijî endamtiya Swêdê ya NATOyê ye?” diyar kir ku hikûmet piştgiriyê dide endamtiya Swêdê ya NATOyê, lê biryara dawî ya parlamentoyê ye.

Peter Szijjarto got, “Em hêvî dikin ku Swêd hinekî rêzê Macaristan, gelê Macar û demokrasiya Macaristanê bigre.”

Szijjarto da zanîn ku ew her tim rastî rexne, sûcdarkirin û îdiayên siyasetmedarên swêdî tên

Herwiha Szijjarto amaje bi yekê kir ku Swêd Macaristanê bi "nebûna demokrasiyê" sûcdar dike.

Di meha tîrmehê de piştî ku Tirkiyeyê di derbarê endamtiya Swêdê ya NATOyê de biryarek erênî da, Serokwezîrê Macaristanê Viktor Orban çiraya kesk ji bo endamtiya Swêdê pêxist.

Lê parlementoya Macaristanê pêvajoya erêkirina endamtiya Swêdê ya NATOyê paşxistibû.

Li ser pirsa “Eger Swêd şertên we qebûl neke, hûn dê destûrê bidin ku bibe endamê NATOyê?” Peter Szijjarto wiha bersiv da:

“Binêrin, ev rewş tişteke ku qanûndanerên welêt (endamên parlementoya eleqedar dike.

Hikûmetê pêşniyara xwe ya piştgiriya endamtiyê pêşkêşî parlamentoyê kir.

Lewma ev ne karê hikûmetê ye, karê parlamenteran e.

Ez hêvî dikim ku Swêdî rêyekê bibînin ku hinekî rêzê li Macaristan, gelê Macar û demokrasiya Macarî bigirin.”