Wezîrê Derve yê Haîtî bo Rûdawê: Nabe civaka navdewletî Haîtiyê ji bîr bike

23-09-2022
Roj Elî Zale
Roj Elî Zale
 Wezîrê Derve yê Haîtî, Jean Victor Geneus
Wezîrê Derve yê Haîtî, Jean Victor Geneus
A+ A-

New York (Rûdaw) - Wezîrê Derve yê Haîtî, Jean Victor Geneus di bersiva Tora Medyayî ya Rûdawê de ragihand, 4 milyon kes li Haîtî di bin xeta hejariyê de ne û got, “lewra tekez dikim ku nave civaka navdewletî Haîtiyê ji bîr bike, çimku rewşa Haîtî bandorê li hemû welatên cîranê dike.”

Haîtî komareke ser deryaya Karaîbê ye û hejmara niştecihên wê zêdetir ji 11 milyon kes e, lê rewşa aborî ya wî welatî xirab e û welatekî ne aram e.

Naveroka pirsa Rûdawê û bersiva Wezîrê Derve yê Haîtî

Rûdaw: Pirsek heye debrarê ewlehiya xwarinê, gelo ew mijar li Haîtî çawane?

Wezîrê Derve yê Haîtî: Bi rastî zêdetir ji 4 milyon kesên me di bin xeta hejariyê de ne, herwiha tundûtîjî bandoreke wê ya nerênî li ser wê rewşê heye, ji ber wan sedeman ew daxwaz ji hevbeş û dostên xwe yên di civaka navdewletî de dikin ku alîkarê me bin, ne tenê di vegerandina ewehiyê de, lê belê alîkariya xelkê jî bikin.

Rûdaw: Tu wiha difikirî ku şerê Ukraynayê civaka navdelwetî mijûl kiribe, û hûn dê çi bikin daku alîkariya welatên weke Haîtî bikin ku pêwîstiya wan bi alîkariyê heye?

Wezîrê Derve yê Haîtî: Ez wisa nabêjim, lê metirsî heye, lewra tekez dikim ku nabe civaka navdewletî Haîtiyê ji bîr bike, çimku rewşa Haîtî bandorê li hemû welatên cîran dike, ne tenê li welatên Karaîbê, lê belê li welatên Amerîkaya latîn jî.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst