Li Fransayê 3 Kurd bi tometa qaçaxçîtiya koçberan hatin desteserkirin

23-09-2022
RÛDAW
Nîşan Fransa Kurd Qaçaxçîtiya Koçberan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Fransayê 3 Kurdên ji Başûrê Kurdistanê bi tometa qaçaxçîtiya koçberan hatine desteserkirin.

Berpirsên Fransî roja Pencşêmê ragihandin ku li bajarê Lille ya Fransayê operasyoneke li dijî toreke mezin ya qaçaxciyên koçberan a birina koçberan bo Brîtaniyayê hatiye kirin û di encamê de 3 ji wan Kurdên Başûrê Kurdistanê û 2 kesên Fransî hatine desteserkirin.

Herwiha hate diyarkirin ku di heman operasyonê de dest danîne ser pere û kelûpelên derbaskirina penaberan.

Serokê saziya dijî koçberiyê ya Ocriest ya Fransî Xavier Delrieu di derbarê mijarê de ji AFP re axivî û got  “Polîsan li Lille fabrîqeyek rastîn a ku amûrên deryayî peyda dike vedît”

Ji bo her derbasbûnekê 80 hezar Euro

Xavier Delrieu da zanîn ku di dema operasyonê de 13 belemên pivdayî, 14 motorên beleman, 700 êlekên rizgarkirinê, 100 pompayên hewayê, 700 lître sotemenî hatine bidestxistin.

Tê gumankirin ku grûpa qaçaxçiyan di havînê de 80 derbasgehên Kanalê organîze kirine, ji wan 50 bi ser ketine, ku qaçaxçiyan ji bo her derbasbûnekê derdora 80,000 Euro qezenc kirine.

Li gorî medya Fransî ev girtin bi saya parvekirina îstîxbaratê ya di navbera rayedarên Almanya, Hollanda, Belcîka û Brîtanyayê de pêk hatiye.

Li gorî yasayên Fransayê ew kesên ku hatine desteserkirin ji ber qaçaxçîtiya koçberan dibe ku heya 10 salan jî werin zîndanîkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst