Almanya dê mafê penaberiyê bide leşkerên ku ji Rûsyayê direvin

23-09-2022
RÛDAW
Nîşan Almanya Nancy Faeser Leşkerên Rûsî Ukrayna Firar Penaber
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîra Navxwe ya Almanyayê Nancy Faeser diyar kir kesên ku li Rûsyayê ku seferberiya qismî hatiye ragihandin, red dikin ku tevlî artêşê bibin, dikarin ji bo penaberiyê serî li Almanyayê bidin.

Wezîra Navxwe ya Almanyayê Nancy Faeser ji rojnameya Frankfurter Allgemeine Sonntagszeitung re axivî û got “Wekî qaîde, leşkerên reviyî yên di bin gefa zextên giran de li Almanyayê sûdê ji parastina navneteweyî digirin. Her kesê ku bi wêrekî li dijî rejîma Vladimir Putin derdikeve û ji ber vê yekê xwe dixe metirsiyeke mezin, dikare bi hinceta zextên siyasî li Almanyayî serî li penaberiyê bide."

Herwiha Nancy Faeser Nancy diyar kir ku Almanya ji xwe bi mehan e mûxalîfên Rûs ên ku zilm dîtine û gef li wan tên xwarin xwarin, qebûl dike.

Li aliyê din Wezîra Navxwe ya Almanyayê Nancy Faeser di derbarê heman mijarê de li ser hesabê xwe yê Twitterê jî daxiyaniyek belav kir û tê de dibêje “Rûmeta Putîn a ji mirovahiyê re bi leşkerên xwe yên ku ew dişîne nav vî şerê kujer li dijî gelê sivîl ê Ukraynayê namîne. Ji ber vê yekê firarên ku ji ber zextên dijwar gef li wan tê xwarin, bi gelemperî li Almanyayê parastina navneteweyî werdigirin.”

Wezîrê Dadê yê Almanyayê Marco Buschmann jî li ser heman mijarê got “Her kesê ku ji Pûtîn nefret dike û ji demokrasiya lîberal hez dike, dikare li Almanyayê beşdarî me bibe.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst