NY: Piştî 2050yê guherîna keşûhewayê dibe sereketirîn metirsî

Hewlêr (Rûdaw) - Guherîna keş û hewa roj bi roj dibe mijareke sereke li tevahiya cîhanê, Rêxistina Keşnasiyê ya Cîhanî di vê derbarê de raporek amade kirîye, tê de dibêje di 50 salên borî de, karesatên sirûştî bi sedema guherîna keşûhewayê 5 qatan zêde bûne. Ev jî metirsîyeke cidî ye li ser cîhanê, Neteweyên Yekbûyî jî haydariyê dide. Biryar e îro Encûmena Asayişê ya Neteweyên Yekbûyî li ser wê metirsiyê bicive.

Rêxistina Keşnasiyê ya Cîhanî, di raportekê de dibêje, di 50 salên borî de, karesatên sirûştî bi sedema guherîna keşûhewayê 5 qatan zêde bûne.

Li gorî wê raportê, bi sedema agirê daristanan, lehî, xefisîna zeviyê û hişkesaliyê, di dema salên 1970yî heta 2019an de, bêhtir ji 2 milyon kesî canên xwe ji dest dane û aboriya cîhanê bi tibaba 3.64 tirilyon dolar ziyan dîtiye.

Neteweyên Yekbûyî haydariyê dide, ku eger welat derdana gazên germker kêm nekin, êdî heta sala 2100î asta ava deryayan 2 metre û nîvê bilind dibe. Ew yek jî dibe sedema jêravbûna gelek girav û bajarên weke London, New York, Şenghay û dehên din.

Sekreterê giştî yê Neteweyên Yekbûyî haydariyê dide ku cîhan li ser keviya çalekê ye û eger karê bêhtir nebe, karesateke mezin çê dibe.

ekreterê giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres got: “Eger li gorî wan karan be, ku welatên endam dikin, êdî cîhan li ser rêya karesatê ber bi wê yekê ve diçe, ku 2.5 pile germtir lê bê, li şûna 1.5 pileyê, ku em hemû li ser wê rêk keftin. Zanist jî ji me re dibêje ku bê guman her tiştek di ser 1.5 pileyê be, karesat dibe.”

Neteweyên Yekbûyî hewl dide, salane 100 milyar dolarî ji welatên dewlemend werbigire ji bo ku weke alîkarî bigihêje wan welatên hejar, da ku rûbirûyî bandorên guherîna keşûhewayê bibin.

Lê li gorî lêkolîna Oksfam, heta niha salane tenê 21 milyar dolar ji wan pereyan hatiye komkirin.

Madagaskar yek ji wan welatan e, ku bi sedema hişkesaliyê 400 hezar kes tê de, koçber bûne û pêwîstiya wan bi alîkariya darayî heye.

Serokê Komara Madagascar Andry Nirina Rajoelina jî got: “Madagaskar xwe bi qurbaniya guherîna keşûhewayê dibîne. Aniha li başûrê welat dûbare hişkesalî derketiye. Çavkaniyên avê zuha dibin û bidestketina sedemên jiyanê dike bibe tiştekî mehal. Welatiyên min li başûrê welat ji ber giraniya guherîna keşûhewayê dinalin, ku ti destê wan di dirustkirina wê de nebû."

Li gorî Neteweyên Yekbûyî, sala 2050î û piştre, guherîna keşûhewayê dibe sereketirîn metirsî li ser asayiş û seqamgîriya cîhanê, ew jî bi sedema zêdebûna koçê û dirustbûna milmilaniyê li ser xak û avê.

Biryar e îro Encûmena Asayişê ya Neteweyên Yekbûyî li ser wê metirsiyê bicive.