Robert Ford: Amerîka ji Iraq û Sûriyê venakişe û giringî dide binkeya serbazî ya Hewlêrê

23-09-2020
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Balyozê Berê yê Amerîkayê li Sûriyê ragihand ku Amerîka bi tevahî ji Iraqê venakişe û ew binkeyê serbazî yê Amerîkayê jî ku li Hewlêrê heye girîngiyeke xwe ya taybet heye. Ford di gotarekê de dibêje: “Amerîkî bi tevahî ji Iraqê venakişin, di nav binkeyên serbazî de rahênanê bi hêzên Iraqê dikin û piştgira lojîstîkî didin operasyonên Amerîkayê li bakurê Sûriyê.”

Balyozê Berê yê Amerîkayê li Sûriyê Robert Ford raporteke Peymangeha RAND wek mînak pêşan dide û dibêje: “Vekişîna bi tevahî ya Amerîkayê ji Iraqê operasyonên serbazî û cîbicîhkirina wan li Sûriyê zehmet dike.”

Balyozê Berê yê Amerîkayê li Sûriyê bal kişand ser hevkariyên çend roj berê yên Amerîkayê bo Pêşmerge û binkeyên serbazî yên Amerîkayê li Hewlêrê û got: “Ew binkeyê serbazî yê Amerîkayê ku li Hewlêrê heye, girîngiyeke xwe ya taybet heye, ne rêkefte jî Balyozê Amerîkayê li Iraqê Matthew Tueller hefteya derbasbûyî serdana Hewlêrê kir û hevkariya serbazî bi bihayê 250 milyon dolar gihande Hêzên Pêşmerge, di demekê de pirsgirêkeke darayî ya mezin a Hewlêrê heye.”

Ford di beşeke din a gotara xwe de dibêje: “Herdu wezaretên berevanî û dervey yên Amerîkayê red dikin ku hêzên Amerîkayê ji bakurê rojhilatê Sûriyê vekişînin, ew jî bo guşarê bixin ser Sûriyê, bo Trump jî ne mişkile ye mana li Sûriyê, ji ber ti kuştî di rêza serbazan de nînin û xercî û butçeya mana hêzan jî kêm e.”

Li gor Ford, armanca Amerîkayê li Sûriyê ew e guşarê bixe ser Esed daku tenezûleke zêde ya siyasî di danûstandinên Cinêvê de bike, ligel neçarkirina Îranê bo wêya ji Sûriyê vekişe. Di demekê Nûnerê Amerîkayê bo Karûbarê Sûriyê James Jeffrey destpêka vê hefteyê careke din hewl da rêkeftin di navbera aliyên siyasî yên Kurdî de were kirin, bi armanca guşara siyasî bo ser Şamê.

Ford di dawiya gotara xwe de dibêje: “Washington hewl dide ji serkirdeyên Kurd ên Sûriyê re bibêje, hêzên wê di siberojê de heta wê dema rejîma Sûriyê dirûxe dimînin, ew jî peyameke cuda ye ligel wêya li Washingtonê ji Amerîkiyan re tê gotin li ser dawîanîn li şerên Rojhilata Navîn.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst