Rûsya: Amerîka kurdên Rojavayê Kurdistanê han dide bo cudabûnê

Hewlêr (Rûdaw) – Wezîrê Derve yê Rûsyayê siyaseta Amerîkayê ya li hember Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê rexne dike û dibêje, Washington Kurdên Rojavayê Kurdistanê han dide ku ji Sûriyê cuda bibin.

Sergey Lavrov di hevpeyvînekê de li gel kanala Al Arabiya ragihand, pêwîst e Wîlayetên Yekgirtî yên Amerîkayê rewşa Rojhilata Navîn bi awayekî giştî li ber çav bigire, ew jî di demekê de ku Kurdên Rojavayê Kurdistanê ji bo cudabûna ji Sûriyê han dide.

Wezîrê Derve yê Rûsyayê amaje bi wê yekê dike, piştî nêzîkî deh salan ji şer, niha hêdî hêdî istiqrar û aramî vedigere tevahiya Sûriyê û dibêje, “rûbirûbûna serbazî di navbera hikûmet û opozisyonê de bi dawî hatiye. Niha tenê du cih mane”, ku pêşhatên wan nayên pêşwazîkirin.

Bi gotina Wezîrê Derve yê Rûsyayê, yekemîn cih parêzgeha Idlibê ye, lê meh bi meh rûberê wê navçeyê biçûktir û kêmtir dibe, ku di kontrola komên çekdar de ye.

Sergey Lavrov tekez dike, “duyemîn navçe li rojhilatê çemê Firatê ye ku Amerîkayê li wê derê bi awayekê neyasayî serbaz hene û di heman demê de Washington kar li ser arasteya cudabûnê dike.”

Wezîrê Derve yê Rûsyayê wê reftar û serederiya Amerîkayê weke xemsarî û guhnedanê bi nav dike.

Lavrov herwiha amaje bi wê yekê dike, dema ku Amerîka hana cudabûnê dide û kar li ser bihêzkirina arasteya cudabûnê jî dike, wê demê dibe ku “tevahiya navçeyê biteqe” û têk biçe.

Lavrov destnîşan kir, pêngavên Amerîkayê yên derbarê Rojavayê Kurdistanê de ne tenê cihê dilgiraniya Tirkiyê û Sûriyê ne, lê belê cihê dilgiraniya Iraq û Îranê ne jî, ku hejmareke mezin Kurd li wan welatan dijîn.

Derbarê rêkeftina Rêveberiya Xweser û kompaniya Delta Cresent Energy a Amerîkî de jî, ku meha Tebaxê ew rêkeftin hat aşkerekirin, Lavrov da xuyakirin, Rûsya ji wê pêngava Amerîkayê bi awayekê ciddî dilgiran e, çimku Washington serwerî û yekparçeyiya Sûriyê li ber çav negirtiye.

Wezîrê Derve yê Rûsyayê got, “hêvîdarim Amerîkî fêm bikin ku nabe tenê hizir li hilbijartinê bikin ku nêzîkî meh û nîveke din tê kirin, lê belê divê hizir li paşeroja vê navçeyê bikin, ku yek ji navçeyên gelek giring e li cîhanê.”

Derbarê hewlên ji bo çareserkirina hertimî ya qeyrana Sûriyê de jî, Sergey Lavrov ragihand, Şam dixwaze bi rêya siyasî qeyran were çareserkirin û weke belgeyekê bo wan axaftinên xwe, Lavrov amaje bi destpêkirina civînên Komîteya Amadekirina Destûra Sûriyê kir.