Li şûna ku beraz bikuje bavê xwe kuşt

23-09-2019
RÛDAW
Nîşan Beraz Bûyer Nêçîr
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ew kes li gel bavê xwe derketibû nêçîra berazan.

Bûyer li nêzî bajarokê Postîglîone yê ser bi herêma Salernoyê ku dikeve başurê Îtalyayê, qewimî.

Li gor medyaya wî welatî, kesek li gel bavê xwe li devereke daristanî ya li nêzikî wî bajarokî derketibû nêçîra berazan.

Li wê deverê, ew kesê 35 salî di nav daran de, sîbera tiştekî dibîne û paşê gule berdide wî cihî.

Piştî çendekê ew kes dibîne ku li şûna beraz, wîgule berdane bavê xwe û li ser vê yekê, alîkariyê ji tîmên hawarçûnê dixwaze.

Ew kesê 55 salî ku bi xeletî rastî êrişa kurê xwe hatibû, ji aliyê tîmên hawarçûnê ve bo nexweşxaneyê hat rakirin, lêbelê ji ber birînên wî yên giran li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.

Serokê Yekitiya Parastina Jîngeh û Ajelan li Îtalyayê, Michela Vittorria Brambila, li ser vê mijarê ragihand ku rewşa li Îtalyayê derbarê vê mijarê de rewşeke metirsîdar e û got, “Ev rewşeke lezgîn a netewî ya rasteqîn e.”

Wezîrê Jîngehê yê Îtalyayê, piştî kuştina ciwanekî li herêma li ser sînorê Fransayê, daxwaz kiribû ku rojên Yekşeman, qedexeya nêçîrê bê ragihandin.

Di dawiya mehê de, yek jê 56 salî û yê din jî ciwanekî 20 salî, du kes li wî welatî di encama bûyerên bi heman rengî, hatibûn kuştin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst