Rûsyayê Îsraîl tawanbar kir: Ew bûne sedem!

23-09-2018
RÛDAW
Berdevkê Wezareta Beravaniyê ya Rûsyayê Igor Konashenkov
Berdevkê Wezareta Beravaniyê ya Rûsyayê Igor Konashenkov
Nîşan Rûsya Îsraîl Firoke
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Berdevkê Wezareta Beravaniyê ya Rûsyayê Igor Konashenkov ragihand, ku Îsraîl bûye sedema xistina firokeya wan û hûrgûliyên bûyerê jî eşkere kir.

 

Igor Konashenkov derbarê sedemên ketina firokeya Rûsî li Sûriyê civîneke çapemeniyê saz kir û da zanîn ku artêşa Îsraîlê ji leşkerên wan re gotibûn, ew dê operasyonê bibin ser bakurê Sûriyê lê li rojhilatê Sûriyê kirin û got: "Ji ber ku artêşa Îsraîlê agahiyên şaş dane. Artêşa Rûsyayê ew belge bi zimanê Rûsî tomar kirine û di destê me de ne."

 

Konashenkov kêlî bi kêlî zanyariyên derbarê ketina firokeya IL-20 de li ser ekranê da nîşandan û wiha rave kir:

 

“Êvara 17ê Îlonê firokeya Rûsyayê corê IL-20 saet 8:20 deqeyan dema çavdêriya herêma Idlibê dikir û 15 leşkerên me tê de bûn. Heman demê 4 firokeyên F-16 yên Îsraîlê ji nav axa Îsraîlê derdikevin û ji nişka ve kargehên pêşesazî yên Sûriyê bordûman dikin.

 

Hûn firokeyên Îsraîlê li ser ekranê dibînin. Firokeyên Îsraîlê xwe gihandine peravên rojhilatê Laziqiyê.

 

Saet 9:39 deqe bi rêya xeta rêgirtina her bûyereke nexwestî efserekî Îsraîlê ragihandiye ku dê firokeyên wan çalakiyekê bikin.

 

Piştî deqeyekê, saet 9:41 deqîqe 4 firokeyên F-16 yên Îsraîlê li parêzgeha Laziqiyê kargehên pêşesazî yên Sûriyê bordûman dikin.”

 

Berdevkê Wezareta Beravaniyê ya Rûsyayê Igor Konashenkov diyar kir, ku di emcamên lêkolînên wan de eşkere bûye ku Îsraîlê rêkeftina sala 2015ê ya herdu aliyan binpê kiriye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst