Kamala Harris bi awayê fermî bû namzeda Demokratan

23-08-2024
Nîşan Kamala Harris Demokrat Amerîka Namzed
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Kamala Harris bi awayê fermî bû namzeda Demokratan a Serokatiya Amerîkayê.

Kongreya Partiya Demokrat a ku 4 rojan ajot xelas bû û Kamala Harrisê bi awayê fermî qebûl kir ku bibe namzeda Serokatiya Amerîkayê.

Kamala Harris dê di hilbijartinên 5ê Çiriya Paşîn de bi namzedê Komarparêzan Donald Trump re rikeberiyê bike.

Li gorî Harrisê eger Trump bê hilbijartin dê ev bibe sedem ku Amerîka berdêlên giran bide.

Herwiha dibeje ku Trumpê milyarder bi qasî ku ji bo xwe û milyarên xwe dixebite ji gelê Amerîkayê re naxebite.

Kamala Harris destnîşan dike ku were hilbijartin dê piştgiriyê bide NATO û Ukraynayê.

Herwiha amaje pê dike ku “mafê Îsraîlê yê xweparastinê heye” û dê Îsraîlê ji ber êrişan biparêze.

Li Amerîkayê hilbijartinên serokatiyê dê 5ê Çiriya Paşîn bên kirin.

Li gorî rapirsiyeke ku hefteya borî hat kirin, Donald Trump ji sedî 46,7ê dengan û Kamala Harris jî ji sedî 48,2yê dengan distîne.

Li hêla din, Berpirsê Ofîsa Rûdawê ya Washingtonê Diyar Kurde kongre şopand û peymanên endamên kongreyê yên li ser Kurdan veguhastin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst