UNICEF: Di şerê Rûsya û Ukraynayê de nêzîkî hezar zarok hatine kuştin an jî birîndar bûne

23-08-2022
RÛDAW
Nîşan UNICEF Rûsya Ukrayna Zarok Şer
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Fona Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) ragihand ku ji ber şerê ku Rûsyayê di 24ê Sibatê de li dijî Ukrayna daye destpêkirin, heta niha nêzîkî hezar zarok hatine kuştin an jî birîndar bûne.

Dîrektora Giştî yê UNICEFê Catherine Russel diyar kir ev tenê hejmara ku Neteweyên Yekbûyî piştrast kiriye û wiha got, "Em di wê baweriyê de ne ku hejmara rastîn hêj zêdetir e. Piraniya zarokan bi çekên teqemeniyê hatine kuştin."

Russel da zanîn ku li gor rêjeyê ev jî tê wê wateyê ku rojê ji 5 zarokan zêdetir hatine kuştin û yan jî birîndar bûne. 

Li gorî UNICEFê ji her 10 dibistanan yek jî ziyan dîtine yan jî xerab bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst