Kurd li Moskowê li ser ala Kurdistanê şerê hevdu dikin

23-08-2014
Xoşewî Mihemed
A+ A-



Moskow (Rûdaw) - Hejmareke zêde ji Kurdên niştecihên Rûsyayê, ku pirraniya wan Êzdî bûn, daketin ser cade û kolanên Moskowê ji bo protestokirina êrişên DAIŞê li ser Kurdên Êzdî li Başûrê Kurdistanê. Lê çalakiya wan bi rêyeke din de çû, ji ber ku alîgirên PKKê nehiştin ala Kurdistanê bê bilindkirin.


Ew kesên Kurd roja 11.08.2014ê li pêşberî balyozxaneya Amerîkayê li Moskowê civiyan, ji bo protestokirina êrişên çekdarên DAIŞê li ser qezaya Şengalê û gundên derdora wê.


Beşdarên çalakiyê pankartek bilind kiribûn ku tawanên DAIŞê li dijî Kurdên Êzdî nîşan dida, herwiha wêneyên Abdullah Ocalan û ala Kurdistanê jî di destên xwepêşanderan de hebûn.


Lê hêj zû nakokiyên siyasî mohra xwe li xwepêşandanê xistin, gava ku alîgirên PKKê daxwaz kirin ku ala Kurdistanê neyê bilindkirin û dirûşm û gotinên ne layiq li dijî berpirsên Başûrê Kurdistanê gotin. Di xwepêşandanê de berpirsê Mala Kurd li Moskowê êrişî berpirsên Başûrê Kurdistanê û hêzên pêşmerge kir û ew wek “xayîn” bi nav kirin.


Heval Mehdî, ku şêniyê bajarê Duhokê û xwendekarê masterê ye di zanistên siyasî de, ji ber ku bersiva tohmet û gotinên berpirsê Mala Kurd li Moskowê dabû, kete ber metirsiya êrişê, piştre jî bi hejmareke nenaskirî ya telefonê gef lê hat kirin.


Heval ku tevlî xwepêşandanê bûbû, ji Rûdawê re got: “Di dema beşdarbûna min di xwepêşandanê de, ku ji bo naskirina doza Şengalê wek jenosîd bû, min dît wan ti aleke Kurdistanê bilind nekiriye ji xeynî wêneyên Ocalan û ala PKKê, wan qet behsa DAIŞê nedikir.”


Wek Heval got, pêşî berpirsê Mala Kurd li Moskowê êrişî pêşmergeyan kir û ew wek “xayîn” bi nav kirin. Piştî ku Heval bersiva wî dide û pê re dikeve gengeşeyê de, berpirsê Mala Kurd li Moskowê destê xwe lê bilind dike û çend kesên din jî lê dikin hewar û jê re dibêjin devê xwe bigire û bêdeng bibe. Heval got: “Min rêza wan girt, lê wan her hewarkirina xwe li ser min dewam kir.”


Lewra Heval ala Kurdistanê bilind dike: “Lê wan ji min re got vê alê bilind neke. Piştre hewl dan li min bidin û alê ji min bistînin. Dûre şeva 12ê mehê, bi hejmareke taybet telefona min kirin û daxwaz ji min kirin ku ez herim navçeya Emkad li Moskowê, da ku li wir min bibînin. Lê ez neçûm. Di wê demê de jî min têkilî bi birêz nûnerê hikûmeta Herêma Kurdistanê li Rûsyayê re danî û min haya wî ji vê yekê çêkir. Wî jî got: Ji mala xwe dernekeve, em li vir in, qet xem nexwe.”


Rûdawê têkilî bi nûnerê hikûmeta Herêma Kurdistanê li Rûsyayê Dr. Aso Cengî Talebanî re danî, wî got: “Rast e, Heval têkilî bi min re danî li ser vê mijarê, lê ji ber hestyariya rewşê ez baş nabînim ev mijar bê beloqkirin.”                      


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst