Anthony Blinken: Çarenivîsa Êzidyên wenda ji bo me girîng e

23-07-2024
RÛDAW
Blinken bi nûnerên Kurdên Êzidî re civiya / Wêne: Rûdaw
Blinken bi nûnerên Kurdên Êzidî re civiya / Wêne: Rûdaw
Nîşan Antony Blinken Kurdên Êzidî Washington
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Antony Blinken ragihand ku heta niha jî nêzîkî 300 hezar Kurdên Êzidî koçber in û 2 hezar û 600 kes jî wenda ne.

Blinkne herwiha got, “Çarenivîsa Êzidyên wenda ji bo me girîng e”

Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Antony Blinken li Washingtonê bi nûnerên Kurdên Êzidî re civiya.

Antony Blinken diyar kir ku çarenivîsa Êzidyên wenda ji bo wan girîng e û got, “Em dê hewl bidin çarenivîsa Êzidiyên wenda bizanin.”

Antony Blinken wiha got:

“Em îro ji bo bîranîna qirkirina DAIŞê ya li hemberî Êzidî, Xiristiyan û Misilmanên Şîe li vir in.

Li hemberî van koman sûcên li dijî mirovahiyê û tinekirina etnîkî hatin kirin.

DAIŞê di navbera 2014 û 2017an de bi milyonan Îraqî, di nav wan de Êzidî, ji herêmên wan koçber kirin.

Me kar kir ku hikûmeta Îraq serweriya xwe li ser xaka xwe ava bike da ku em piştrast bin ku DAIŞ careke din nikare serê xwe bilind bike.”

Blinken bal kişand ser kiryarên wê demê yên rêveberiya Amerîkayê yên di şerê li dijî DAIŞê de û wiha dewam kir:

“Me di wê heyamê de (2014-2017) bi qasî 500 milyon dolar xerc kir.

Me alîkarî da herêmên ku ji aliyê DAIŞê ve hatine wêrankirin û me bi sed milyon dolaran pêşkêşî wan herêman kiriye.

Piraniya wan pêwîstî bi alîkariyê heye. Zêdetirî milyonek Îraqî bêwar in, di nav wan de nêzîkî 300 hezar Êzidî.

Hîn jî derddora 2 hezar û 600 Êzidiyan wenda ne. Em girîngiyê didin diyarkirina çarenivîsa Êzidiyên hatine wenda. Em dixwazin kesên ku hêj sax in rizgar bikin.”

Wezîrê Karên Derve yê Amerîka herwiha got ku Washington dê berdewam be li ser alîkarîkirina civakên ku ji DAIŞê zerer dîtine û pabend e ku rê li ber bihêzbûna DAIŞê bigire.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst