Rûsyayê bi mûşekan êrîşî dêrê kir: Miriyek, 22 birîndar

23-07-2023
RÛDAW
Nîşan Ukrayna Odessa Rûsya
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di êrîşa Rûsyayê ya li ser bajarê Odessayê yê Ukraynayê de kesek mir û 22 kes jî birîndar bûn.

Serokê Îdareya Dewletê ya Herêma Odessayê Oleg Kiper li ser kanala xwe ya Telegramê û tê de ragihand ku Rûsyayê êrîşek li ser Odessayê pêk aniye.

Kiper vê êrîşê wek êrîşeke “terorê” bi nav kir û ragihand ku di êrîşê de binesazî, xanî û avahiyên olî yên li bajêr zirar dîtine.

Her wiha hat ragihandin ku di encama êrîşê de Dêra Spaso-Preobrajenskiyê zirareke mezin dîtiye û Şaredarê Odessayê Gennadiy Trukhanov çûye cihê bûyerê.

Li gorî Polîsên Neteweyî yên Ukraynayê di encama bombebarana Rûsyayê ya li Odessayê de kesek miriye û 4 jê zarok 22 kes jî birîndar bûne.

Zelensky: Êrîşa li ser Odessayê dê bê bersiv nemîne

Li aliyê din Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky diyar kir ku êrîşa mûşekî ya li ser bajarê Odessayê dê "bê bersiv" nemîne.

Volodymyr Zelensky li ser hesabê xwe yê medya civakî daxuyaniyeke nivîskî belav kir û tê de bal kişand ser wê yekê ku di êrîşê de xaniyên sivîlan û dêrek hatine hedefgirtin û got “Ji bo terorîstên Rûs tekez dê bersivek ji bo Odesayê hebe. Dê vê bertekê hîs bikin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst