Fuad Husên: Pêwîstiya Iraqê bi Hevpeymaniya Navdewletî heye

23-07-2021
RÛDAW
Nîşan Fuad Husên Antony Blinken Iraq Amerîka
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrên derve yên Amerîka û Iraqê di kongreyeke rojnamevanî de amaje bi hebûna metirsiya DAIŞê kirin û Wezîrê Derve yê Iraqê dibêje, “DAIŞ maye û metirsî ye li ser Iraqê. Pêwîstiya Iraqê bi Hevpeymaniya Navdewletî heye.”

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken û Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên li Washingtonê civiyan û piştî civînê kongreyeke hevbeş a rojnamevanî hat sazkirin.

Antony Blinken di wê kongreyê de ragihand, “hevbeşiya Washington û Bexdayê hejmareke rehendên cuda hene û peywendiya herdu welatan li ser bingeha rêzlêgirtin û berjewendiya hevbeş e.”

Blinken tekezî li ser wê jî kir ku Amerîka piştevaniya Iraqê dike ji bo ku hilbijartinên pêşwext ên Cotmehê dadperwerane û bi awayekî şefaf birêve çûn.

Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên jî spasiya Amerîkayê kir li hember hewlên bo dabînkirina çavdêriya navdewletî ji bo hilbijartinên pêşwext ên Iraqê ku biryar e roja 10/10/2021an birêve biçe.

Fuad Husên spasiya hevtayê xwe yê Amerîkî jî kir û got, “Amadebûna me li vir, li Washingtonê berdewamdana bi giftugoya stratejî a li gel aliyê Amerîkî ye” û hêviya xwe jî derbirî ku encama giftugoya stratejî “di berjwendiya herdu welatan de be û bibe sedema kûrkirina bihevrekarkirin û karê hevbeş ê di navbera Washington û Bexdayê de.”

Wezîrê Derve yê Iraqê behsa wê jî kir ku peywendiyên Bexda û Washingtonê komek waran li xwe digire, ji wan jî, serbazî, emnî, tendirustî, enerjî, elektrîk û petrol û tekezî li wê jî kir ku Iraqê hê jî pêwîstî bi Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê heye, ji ber ku ew grûp tundrew e “wek rêxistineke serbazî” û hê jî maye û li ser çalakiyên xwe li Iraqê jî berdewam e

Fuad Husên got jî, DAIŞ li ser îdeolojiyeke navdewltî kar dike û metirsiyeke herêmî û navdewletî ye, lewma pêwîstî bi hewla navdewletî heye ji bo jinavbirina wê.

Roja 19ê vê mehê di bazareke bajarê Sedir ê ser bi Bexdayê ve, teqîneke xwekujî çê bû û zêdetirî 80 kes bûne qurbanî û DAIŞê berpirsyariya wê êrişê li xwe girtibû û Wezîrê Derve yê Iraqê li ser vê yekê jî got, “çalakiyên çend rojên derbasbûyî yên DAIŞê li Bexdayê amaje ne bo wê ku DAIŞ hê jî metirsî ye û divê rûbirû bibin.”

Hevdem Antony Blinken jî behsa wê kir ku peywendiyên Bexda û Washingtonê gelek ji wê kûrtir û berfirehtir in ku tenê di warê serbazî de be û got, “Diyaloga stratejî çendîn rehendên cuda hene, ji wan jî jinavbirina DAIŞê û piştrasbûna ji serîhilnedana wê, lê peywendiya wi navbera herdu welatan gelek ji wê kûrtir e.”

Wezîrê Derve yê Amerîkayê jî behsa wê jî kir ku welatê wî şanaziyê bihevrekarkirina li gel Iraqê dike di warên rûbirûbûna Coronayê, guherîna keşûhewa, weberhênana enerjiya sirûştî û dabînkirina alîkariya mirovî bo Iraqê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst