Serokê Dezgeha Lûtke: Beşek ji koçberên bêserûşûn ji Silêmaniyê ne

Hewlêr (Rûdaw) - Li gor agahiyên ku gihîştine Rûdawê beşek ji wan penaberan Kurd in ku li nêzikî girava Crete a Yunanê xeniqîne. Berdevkê Parêzvaniya Peravên Yunanê jî derbarê rewşa penaberan de ji Rûdawê re axivî. Berpirsê Dezgeha Lûtke jî tekez kir, "Li gor zanyariyên gihiştine ber destê me, ew kesên winda xelkê qeza û bajarokên derdora Silêmaniyê ne."

Li nêzikî girava Crete (Gîrît) sibeha îro belemeke penaberan binav bû û li gor zanyariyan 45 kes tê de hebûn.

Her li gor zanyariyan 38 ji wan kesan hatin rizgarkirin, lê 8 kes hê jî winda ne.

Ew kesên ku di belemê de hebûne beşek ji wan Kurd û ji Silêmanî û navçeyên wê ne. Çavkaniyek taybet ji Rûdawê re eşkere kir ku ew belem beriya du rojan li bajarê Îzmirê bû û armanca penaberan gihîştina bo Yunanê bû.

Kesên ku hatine rizgarkirin li nexweşxaneya Yerapetra ya Crete tên ragirtin û xebata ji bo  rizgarkirina wan 8 kesên winda jî berdewam e.

Li gor agahiyên çavkaniya Rûdawê dema belemê av digirtiye Hêzên Peravên Yunanê tevî ku nêzîk bûne, neçûne hewara wan.

Lê piştî ku ew penaber pena xwe digihînin saziyeke Ewropî, hêzên Yunanî diçin hewara wan û 37 kes tên rizgarkirin û 8 kes jî winda ne.

Berdevkê Parêzvaniya Peravên Yunanê ji Rûdawê re ragihand, “45 kes di belemê de bûn, heta niha 37 kes hatine rizgarkirin, 32 ji wan li nexweşxaneyeke Crete tên çareserkirin û 5 kes jî li girava Karapatos  mane.”

Derbarê nasnameya penaberan jî rojnamevanê Kurd ê li Yunanê Renc Mistefa Pişderî ji Rûdawê re ragihand, li gor zanyariyên ji penaberan hatine wergirtin, “8 kes xelkê Silêmanî, du ji Şarezûr û 27 kes xelkê Ranye û Riwandiz û 8 kes jî Ereb bûne.”

Li gor wan zanyariyên ku ji kesûkarên penaberan bi dest wî rojnamevanî ketine, berî ku belem binav bibe, keştiyeke nefthilgir alîkariya daye û paşê bi helîkopterê hatine rizgarkirin.

Li aliyê din Berdevkê Parêzvaniya Peravên Yunanê jî derbarê nasnameya penaberan de ragihand, “Tendirustiya hemû ew koçberên hatine rizgarkirin baş e. Koçber xelkê Îran, Iraq, Efxanistanê û kesek jî Misrî ye. Zêrevanên Peravên Yunan li 7 koçberên winda digerin.”

Berpirsê Dezgeha Lûtke ya bo karûbarên Kkoçber û penaberan Arî Celal derbarê bûyerê de beşdarî bultena nûçeyan a Rûdaw TVyê bû û amaje bi wê kir ku wan koçberan xwestine bi rêya Deryaya Ege û Deryaya Spî xwe bigihînin Îtalyayê.”

Arî Celal diyar kir ku li gor zanyariyên gihiştine ber destê dezgeha wan, “8-9 kes winda ne, di nav kesên winda de jî hemwelatiyên Başûrê Kurdistanê hene. Li gor zanyariyên destpêkê ew kes xelkê qeza û bajarokên derdora Silêmaniyê ne.”

Wezareta Guhestin û Deryavanî ya Tirkiyê jî ragihand ku belema wan koçberan demjimêr 21.00ê şeva Pêncşemê binav bûye.

Wezareta Berevaniya Tirkiyê jî di daxuyaniyekê de li ser bûyerê ragihand, hêzên wan ên deryayî ji bo rizgarkirina koçberan gihiştine cihê bûyerê û alîkariya penaberan dikin.

Salane bi hezaran kes di avên Deryaya Spî û Deryaya Egê de dixeniqin ku xeyala wan ew e xwe bigihînin welatên Ewropayê.