Brîtanya mafê penaberiyê dide 'Kum Spiyan'

Hewlêr (Rûdaw) - Brîtanyayê ragihand ku amade ye mafê penaberiyê bide hejmarek endamên 'Grûpa Kum Spiyên Sûriyê' yan malbatên wan ku niha ji Sûriyê derketine û karîne bigihin Urdinê.

 

Roja Yekşemê (22.07.2018) 422 kes ku di nav wan de 98 endamên Grûpa Kum Spiyên Sûriyê hebûn, karîn ji Sûriyê derkevin û bi rêya Îsraîlê xwe bighînin Urdinê.


Destpêkê hatibû ragihandin ku 800 kes gehiştine Urdinê, lê piştre hat gotin ku wan kesan nikarîne bighin Urdinê û hê jî hejmarek ji wan li Sûriyê mane.


Grûpa Berevaniya Sivîl a Sûriyê ku wek Kum Spiyan tên naskirin, di dema şerê navxwe yê Sûriyê de hevkariya wan welatiyan dikirin ku li navçeyên şer lê heyî hatibûn dorpêçkirin û di jêr bordûmanê de bûn.


Ji bo derxistina endamên vê grûpê û malbatên wan ji Sûriyê bo Urdinê, Îsraîl bû hevkar û rê da di wan cihan re derbas bibin ku di jêr desthilata wî welatî de ne.


Biryar e Kum Spî û malbatên wan bo welatên Amerîka û Ewropayê bên veguhestin û Brîtanya ji niha ve ragihandiye ku amade ye mafê penaberiyê bide wan.