FLAŞ - Senato ji rêkeftina atomî ya Îranê aciz e

23-07-2015
RÛDAW
A+ A-

 

Hewlêr (Rûdaw) – Civîna Encûmena Senato ya Amerîkayê derbarê gotûbêjkirin û nirxandina rêkeftina atomî ya Îranê dest pê kir. Di civînê de rexneyên tund li rêkeftina bi Îranê re û herwiha li siyaseta Amerîkayê li hember Îranê hat girtin.

 

Biryar e di civînê de gotûbêj derbarê rêkeftina atomî ya Îranê û welatên koma 5+1 de bê kirin û eger piraniya Senatorên amerîkî li ser wê rêkeftinê razî bin, dê ew rêkeftin di Encûmena Senato ya Amerîkayê de jî were pesendkirin.

 

Li gor agahiyên Rûdawê di civîna îro ya Encûmena Senatoyê de, Senatorê Eyaleta Tennessee, Robert Phillips "Bob" Corker li dijî rêkeftina atomî ya Îranê axivî û rexneyên tund li siyaseta Îranê girt.

 

Bob Corker ragihand: “Li Îranê binpêkirina mafên mirovan heye û me guman ji niyeta Îranê li hember rêkeftinê heye.”

 

Corker rexne li siyasetên Îranê li navçeyê jî girt û got: “Eger Îran neba, Serokê Sûriyeyê Beşar Esed nedikarî bimîne.”

 

Bob Corker herwiha rexne li siyaseta îdareya Amerîkayê li hember Îranê girt û bi taybet siyaseta Wezîrê Derve yê Amerîkayê John Kerry li hember Îranê bi siyaseteke şikestxwarî bi nav kir.

 

Senatorê amerîkî yê ji eyaleta Tenessee Bob Corker di berdewamiya axaftinên xwe de ragihand: “Me ti bawerî bi sozên Îranê û bi taybetî jî me bawerî bi gotin û sozên rêberê wî welatî Elî Xamineyî nîne.”

Di civînê de Wezîrê Derve yê Amerîkayê John Kerry bergirî li rêkeftinê kir û ragihand: “Ew rêkeftin dikare rê li ber çalakiyên Îranê li navçeyê û şer û alzoiyên tayifî bigre.”

 

John Kerry got: “Hêza Serbazî û dorpêçên aborî nikarin arîşeyan çareser bikin. Eger em wê rêkeftinê qebûl nekin û pesend nekin, em dê ji hevalbendên xwe bên veqetandin. Eger Îran bibe xudanê çekên atomî, em nikarin rê li ber piştgîriya Îranê li terorê li navçeyê bigrin.”

 

Kerry di axaftina xwe de bergirî li siyaseta îdareya Serokê Amerîkayê Barack Obama jî kir û tekez kir: “Karê sereke yê Obama ew bû ku Îranê nebe xodanê çekê atomî.”

Kerry da xuyakirin: “Eger Îranê pêbendî rêkeftinê nebe, Amerîka dê bersiva wê bide.”

 

Herwiha Senatorekî din derbarê rêkeftinê de axifî û rexne li rêkeftinê girt. Senator Bejnamin Louis Ben Cardin ji Eyaleta Maryland ragihand: “Me ti bawerî bi Îranê nîne bi taybet piştî axaftinên Elî Xamineyî di roja cejnê de.”

 

Dawiya hefteya borî Îran û welatên koma 5+1 li ser bernameya atomî ya Tehranê gihîştin rêkeftinê. Îdareya Serokê Ameîrkayê Barack Obama piştgîriya wê rêkeftinê dike, lê piraniya senatorên Partiya Komarîxwaz û hinek senatorên Partiya Demokrat li dijî wê rêkeftinê ne.

 

Îdareya Barack Obama hêvîdar e ku ew rêkeftin ji aliyê Kongre û Senato ya wî welatî jî were pesendkirin.

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst