RÛSYA - Êrişî sînagog, du dêr û xaleke polîsan hat kirin: Gelek mirî hene

23-06-2024
RÛDAW
Nîşan Rûsya Daxistan Êriş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li herêma Daxistanê ya Rûsyayê êrişî sînagog, du dêr û xaleke polîsan hat kirin, 6 polîs hatin kuştin û 12 polîs jî birîndar bûn.

Wezareta Karên Navxwe ya Rûsyayê li ser êrişê daxuyaniyek belav kir.

Li gorî wezaretê, kesên ku nasnameya wan nediyar li bajarên Mahaçkale û Derbentê yên herêma Daxistanê êrişên çekedarî pêk anîne.

Wezareta Karên Navxwe ya Rûsyayê da zanîn ku êrişkaran li bajarê Mahaçkaleyê êrişî xaleke polîsan kiriye.

Herwiha êrişkaran li bajarê Derbentê jî êrişî sînagogek û du dêran kiriye.

Di encama êrişan de keşeyek û 6 polîs hatin kuştin û 12 polîs jî birîndar bûn.

Hat ragihandin, keşeyê ku hatiye kuştin qirika wî hatiye birîn.

Li aliyê din, di encama êrişê de agir jî sînagogê ketiye.

Li gorî zanyariyan, di navbera êrişkar û polîsan de pevçûna çekdarî derketiye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst