Li Çînê lehî rabû, 47 kes mirin

23-06-2024
Nîşan Çîn Lehî Mirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li eyaleta Guangdongê ya Çînê 47 kes ji ber lehiyê mirin.

Li bajarê Meycouyê yê eyaleta Guangdongê ji ber barana boş Çemê Songyuenê di ser ve çû û lehî rabû.

Ji ber vê lehiyê li qezaya Pingyeenê 38 kes mirin.

Li qezaya Meyşianê 4 û li qezaya Ciaolingê jî 5 kes miribûn û hejmara giştî ya miriyan gihişt 47an.

Baranên xurt ên ku hefteyekê didomin bûne sedeme xisareke gelekî zêde.

Bi sedan pirên li ser Çemê Songyuenê rûxiyan, rêyên li bajêr xera bûn û gelek zeviyên çandiniyê di bin avê de man.

Hefteya borî jî li eyaletên Fucien û Guicouyê yên li başûrê Çînê û li Herêma Xweser a Guangşi Cuangê gelek lehî rabûbûn.

Navenda Meteorolojiya Neteweyî ji bo eyaleta Guicouya ya li başûr, eyaletên Hınan û Anhuiyên ên li naverast û eyaleta Ciangsuyê ya rojhilat jî hişyariya barana xurt û rabûna lehiyê da.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst