5 çiyagerên Kurd hilkişiyane ser yek ji lûtkeyên herî bilind ên Hîmalayayan

23-06-2023
RÛDAW
5 çiyagerên Kurd hilkişiyane ser yek ji lûtkeyên herî bilind ên Hîmalayayan
5 çiyagerên Kurd hilkişiyane ser yek ji lûtkeyên herî bilind ên Hîmalayayan
Nîşan Hîmalaya Çiyagerên Kurd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Tîmeke çiyagerên Kurdistanê hilkişiyane ser lûtkeya Kang Yatse 2 ya rêzeçiyayên Hîmalayayan ku bi qasî 6 hezar û 250 metreyan bilind e. Serokê Federasyona Çiyageriyê ya Kurdistanê got, “Çûyîna ser wê lûtkeyê em gelekî kêfxweş kirin.”

Serokê Federasyona Çiyageriyê ya Kurdistanê Enwer Dolemerî roja Pêncşemê ji Rûdawê re ragihand, “Tîmeke 5 kesî ya çiyagerên Kurd di şeva 20a ser 21 vê mehê gihîştine ser lûtkeya Kang Yatse 2 ya Hîmalayayan a li aliyê Hindistanê ku ev yekem car e çiyagerên Kurd hildikişine ser.”

5 çiyager di 3ê Hezîranê de gihîştine Hindistanê û gera wan heta ku gihîştine lûtkeyê 12 rojan berdewam kir.

Enwer Dolemerî yê ku yek ji wan 5 çiyageran e got, “Ev hilkişîn ji bo çiyagerên Kurdistanê hilkişîneke teknîkî û ezmûnî ya girîng e, hilkişîn piştî du hewlan hate encamdan, ji ber ku lûtke dijwar û bilind in û nearamiya hewayê jî sedemeke din bû ku hilkişîn zehmet bû lê di dawiyê de em bi ser ketin.”

Serokê Federasyona Çiyageriyê ya Kurdistanê diyar kir ku tîm ji Danyal Nebî Muzefer, Enwer Elî Mehmûd, Mewlûd Mistefa Silêman, Îbrahîm Mihemed Şehbaz û Daryûş Nebî Muzefer pêk hatibû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst