Hikûmeta Almanyayê: Olaf Scholz û Nêçîrvan Barzanî dê li Berlînê bicivin

23-06-2023
Nîşan Almanya Herêma Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Cîgirê Berdevkê Hikûmeta Almanyayê ragihand, Serokê Herêma Kurdistanê dê serdana Almanyayê bike û bi Şêwirmendê Almanyayê re bicive. Cîgirê Berdevkê Hikûmeta Almanyayê her wiha diyar kir ku dê her du alî li ser çend mijarên girîng gotûbêjan bikin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî biryar e roja Duşemê 26ê Hezîrana 2023an li Berlîn a Almanyayê bi Şêwirmendê Almanyayê Olaf Scholz re bicive.

Cîgirê Berdevkê Hikûmeta Almanyayê Christian Hoffman îro li Berlînê ji rojnamevanan re ragihand ku Nûçegihana Rûdawê Ala Şalî jî li wir bû, Şêwirmendê Almanyayê Olaf Scholz dê roja Duşemê li Berlînê pêşwaziya Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bike.

Cîgirê Berdevkê Hikûmeta Almanyayê Christian Hoffman di bersiva pirsa Nûçegihana Rûdawê Ala Şalî de ragihand, Şêwirmendê Almanyayê Olaf Scholz û Nêçîrvan Barzanî dê peywendiyên Herêma Kurdistanê û Almanyayê û pêşhatên Rojhilata Navîn gotûbêj bikin.

Peywendiyên xurt di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Almanyayê de hene. Almanyayê di şerê li dijî DAIŞê de piştgiriyeke mezin da Herêma Kurdistanê, wek mînak çekên Mîlan yek ji wan çekên herî bibandor bû ku Almanyayê ji bo têkbirina êrîşên DAIŞê radestî Pêşmerge kiribûn. Almanyayê her wiha piştî destpêkirina êrîşên DAIŞê di havîna 2014an de ji bo rahênankirina Pêşmerge û hêzên ewlehiyê yên Iraqê şêwirmendên leşkerî şandine Herêma Kurdistanê û Iraqê û di sala 2016an de nêzîkî 160 şêwirmendên leşkerî yên Almanyayê li Herêma Kurdistanê û Iraqê bûn.

Piştî êrîşên 16ê Cotmeha 2017an û zêdebûna zextên Bexdayê li ser Herêma Kurdistanê, yek ji wan welatên ku piştevanê herî mezin ê Herêma Kurdistanê bû, Almanya bû. Roja 18ê Berfanbara 2017an, Serokwezîrê wê demê Nêçîrvan Barzanî li Berlînê bi Şêwirmenda wê ya demê ya Almanyayê Angela Merkel re civiyabû. Di heman rojê de Nêçîrvan Barzanî bi Wezîrê Derve yê Almanyayê yê wê demê Sigmar Gabriel re jî civiyabû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst