Bordûman û topbaranê pirsgirêk bo cotkarên Donbasê çêkiriye

Hewlêr (Rûdaw) - Cotkarên Donetskê li herêma Donbas a Ukraynayê, di bin tirs û gefa bordûmanê de amadekariya çinîna genimê îsal dikin.

Îsal ji ber şer, bilindbûna nirxê sotemeniyê û kêmbûna pêdawîstiyên alavên xwe, cotkarên Donetskê dilgiran in.

Volodomir Scoropad cotkarekî herêmê dibêje, “Em nizanin çawa berhemên xwe biçinin, ji ber şev û roj bordûman heye. Em ditirsin her bi sadeyî zevî bişewitin. Mazota me jî nîne, ji ber nirxê wê bilind e. Eger şer bigihê vir, em bi ti awayî nikarin berhemên xwe biçinin.”

Hê jî nirxê kirrîna toneke genim li Ukraynayê ne diyar e, lê cotkar dibêjin, pereyên kêm bi dest wan dikevin.

Ji xeynî vê yekê, cotkar ditirsin di dema karê xwe de bên kuştin an birîndar bibin.

Olexander Joravsky, cotkarekî din ê herêma Donetskê dibêje, “Dema berhemê zeviyekî bê çinîn, dibe ku mîn neyên dîtin. Ev jî yek ji mmetrisiyan e. Em ê bitirs kar bikin û genimê xwe biçinin.”

Berî êrîşa Rûsyayê, Ukrayna û Rûsya nêzîkî ji sedî 11.2 zeviyên wan ên çandniyê li cîhanê hebûn, lê niha ji ber şer û mînên vedayî ji sedî 25ê axa Ukraynayê bi kêrî çandniyê nayê.

Li gor saziya amarên Ukraynayê, dibe îsal ji sedî 40ê berhemê dexlûdanê yê Ukrayanê neyê çinîn, bi vê yekê jî ji sedî 54ê berhemên çandiniya wê beramberî sala 2021ê kêm dibe, wate dibe jidestdana berhemê genim ê ku têra 151 milyon kesî di salekê de dike.