Lavrov ji bo Tillerson: Ambargo dê zirarê bide pêwendiyên me

Navenda Nûçeyan – Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ji hempişeyê xwe yê amerîkî Rx Tillerson re got, ku pêşniyara Amerîkayê ya ji bo zêdekirina ambargoyên ser Rûsyayê, dÊ zêdetir ziyanê bigihîne pêwendiyên herdu welatan.

 

Roja Înê (23-06-2017) Wezareta Derva ya Rûsyayê ragihand, ku Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov  bi rêya telefonê li gel Wezîrê Derve yê Amerîkayê Rex Tillerson axiviye û herdu wezîran li ser çareskirina pirsgirêkên di navbera herdu welatan de gotûbêj kirine.

 

Di daxuyaniyê de tê diyarkirin, Lavrov ji Tillerson re gotiye, Rûsya li bendêye ku pêşniyarên Amerîkayê yên derbarê pêşxistina peywendiyên Mosko û Washingtonê werin cîbicîkirin.

 

Sergey Lavrov herwiha gotiye: “Hewldanên Amerîkayê yên zêdekirina ambargoya ser Rûsyayê, dê zêdetir zirarên cidî bide têkiliyên Rûsya û Amerîkayê. Ji xwe têkiliyên me niha di pêvajoyeke gelek dijwar re derbasdibin.”

 

Têkîliyên Amerîka û Rûsyayê herî dawîn li ser xistina firokeyên Sûriyê, aloz bibûn.