Li derveyî Tirkiyê milyonek û 733 hezar kesan deng dane

23-05-2023
RÛDAW
Nîşan ‌Hilbijartin 2023 Dengdana Derve
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ji bo gera duyem a Hilbijartina Serokomariya Tirkiyê, ku dê li nav Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê 28ê Gulanê bê kirin, li derveyî welat milyonek û 733 hezar û 940 kesan deng dane.

Ji bo gera duyem a Hilbijartina Serokomariyê li nûnertiyên derve yên Tirkiyê û deriyên sînorî dengdayîn berdewam e.

Li gor amarên Desteya Bilind a Hilbijartinê ya Tirkiyê heta roja 23ê Gulanê demjimêr 22:00 li nûnertiyên derveyî welat û li deriyên sînorî bi tevahî milyonek û 733 hezar û 940 kesan deng dane.

Dengdayîna li nûnertiyên derveyî Tirkiyê dê 24ê Gulanê bi dawî bibe û li deriyên sînorî jî dê 28ê Gulanê demjimêr 17.00 bidawî bibe.

Di gera yekem a hilbijartina parlamentoyê û serokkomariyê de li derveyî welat û li deriyên sînorî bi tevahî milyonek û 842 hezar û 44 kesan deng dabûn.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst