Wezîra Derve ya Fransayê: Divê Esed bê dadgehkirin

23-05-2023
RÛDAW
Nîşan Catherine Colonna Fransa Beşar Esed Sûriye Dadgehkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîra Derve ya Fransayê Catherine Colonna got “divê Serokê Sûrî Beşar el-Esed were dadgehkirin piştî bi sed hezaran kuştin û bikaranîna çekên kîmyayî di şerê navxweyî de li wî welatî.”

Wezîra Derve Catherine Colonna dibêje ku ti guhertinek di siyaseta Fransa de nîne, tevî ku Esed bi germî ji aliyê rêberên Ereb ên hevalbend ve hat pêşwazîkirin.

Serokê Sûriyê Beşar Esed hefteya borî ji lûtkeya Komkara Ereban hatibû vexwendin û piştî şerê navxwe ku di sala 2011an de dest pê kiribû cara yeke beşdarî vê lûtkeyê bû.

Wezîra Derve ya Fransa roja Sêşemê got ku ew dixwaze bibîne ku serokê Sûriyê Beşar el-Esed ji ber “kuştina bi sedhezaran” û “bikaranîna çekên kîmyewî” li dadgeha tawanên şer were dadgehkirin.

Colonna got jî “Divê em bi bîr bînin ku Beşar Esed kî ye. Ew serokekî ku ev zêdetirî 10 sal in dijminê gelê xwe ye.”

Wezîra Fransî tekez kir ku bê guman rakirina sizayên Ewropayê li ser Sûriyê ne di rojevê de ye û herwiha guhertina helwesta Fransa derbarê serokê Sûriyê de jî nîne.

Heriwha Wezîra Derve ya Fransayê Catherine Colonna dibêje “Heta ku ew neguhere, heta ku ew sozên lihevkirinê, têkoşîna li dijî terorê, têkoşîna li dijî narkotîkê negire, heta ku ew rêzê li sozên xwe negire, tu sedem tune ku helwesta li hember wî biguhere.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst