Rûsya: Li Azovstalê 100 mîn hatine pûçkirin

23-05-2022
RÛDAW
Li gor amarên fermî, berî derketina şer, 430 hezar kes li Mariupolê dijiyan
Li gor amarên fermî, berî derketina şer, 430 hezar kes li Mariupolê dijiyan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rûsyayê ragihand ku li Kargeha Azovstalê ya Mariupolê di heyama du rojan de 100 mîn hatine pûçkirin.

Berdevkê Wezareta Parastina Rûsyayê Îgor Konaşenkov berî du roja ragihand bû ku koma dawîn a leşkerên Ukraynayê yên di Kargeha Metalûrjî ya Azovstalê ya li Marîûpolê de bûn, xwe radestî hêzên Rûsî kirin.

Tîmên endazyarî ya Rûsyayê gelekî bi hişyarî ber bi Kargeha Azovstalê ya Mariupolê gavan diavêjin û mînan pûç dikin. Bi gotina wan, di dema du rojan de 100 mîn pûç kirine.

Bajarê Mariupolê bi temamî wêran bûye ku li wê derê, bo dema 88 rojan şer hebû.

Niha serbazên Rûsî û hêzên cudaxwaz ên nêzîkê wê, li hemû quncik û kolanên bajêr belav bûne.

Wê kargehê, berî şer keresteyên xav bo Kargeha Hesin a Azovstalê dabîn dikirin û 14 hezar karmendên wê hebûn. Li ser wêneyê Putin hatiye nivîsîn “Donbas piştgiriyê li serok dike.”

Serguei Pougatch (Sêrgî Pugaç) 60 salî ye, 30 salan li Kargeha Azovstalê karker bûye; Niha bo peydakirina debara xwe, çavdêriya ajelan dike.

Serguei Pougatch dibêje: “Xelkê Ukraynayê qet ne kesên tembel bûne. Her dema teqekirin radiweste, xelk ji jêrzemînan derdikevin. Xelk hemû bi pey kar de digerin. Beşek ji wan jî vegeriya ne ser karên xwe.”

Cihê topbaran û bombebaranê li hemû cihekî bajêr tê dîtin. Berpirsên Ukraynayê jî dibêjin, ji sedî 95ê bajêr wêran bûye. Beşek ji wan welatiyên ji ber şer koçber bûbûn, vedigerin.

Nişteciha Mariupolê Elena Ilina got: “Avahiya min wêran bûye. Tiştek bo min nemaye. Hemû tiştek şewitiye. Dema şer destpê kir, min bi çakêtekî zivistanê û potînekê mala xwe bicîh hişt. Niha pêlavên min qetiyayî ne. Ev hemû cil jî xelkê dane min.”

Li gor amarên fermî, berî derketina şer, 430 hezar kes li Mariupolê dijiyan. Niha tenê 100 hezar kes lê mane ku ji destpêka meha Adarê ve elektrîka wan qut bûye û jiyaneke dijwar derbas dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst