Avakarê Facebookê Zuckerberg lêborîna xwe xwest

Navenda Nûçeyan - Rêvebirê Payebilind (CEO) û avakarê Facebookê Mark Zuckerberg got: "Me berpirsyariyên xwe bi awayekî berfireh bi cih nehanîn. Ev xeta bû û ez ji bo vê lêborînê dixwazim." 

 

Avakarê Facebookê Mark Zuckerberg li Parlementoya Ewropayê daxuyanî da û diyar kir ku Facebook di qada têkiliya ragihandinê ya di navbera mirovan de derfeteke nû pêşkêş kir û wiha got: "Di salên dawiyê de ji bo ku ev derfet zirarê nede mirovan me gelekî hewl da."


CEOyê Facebookê Zuckerberg destnîşan kir ku wan di mijara bandora xeberên derew û xelet de bikaranîna daneyên berhevkirî yên li ser hilbijartinê hesab nekirin û xelet tevgeriyan.


Ji ber vê kêmasiyê Zuckerberg lêborîn xwest û got: "Me berpirsyariyên xwe bi awayekî berfireh bi cih nehanîn. Ev xeta bû û ez ji bo vê lêborînê dixwazim. Ji bo guherînên hewce dikin wext lazim e lê wê ev bên kirin. Em dê tewdîrên ewlehiyê zêde bikin. Ewlehiya daneyên mirovan ji pere qezenckirin û kar kirinê girîngtir e."