Polîsan avahiya Stêrk TV û Medya Haberê dorpêç kir
Hewlêr (Rûdaw) - Li Belçîkayê polîsan bi ser avahiya televîzyonên Stêrk TV û Medya Haberê de girtiye û rê nadin ti kes biçe avahiya televîzyonê
Hat zanîn ku polîsan doh êvarê bi ser avahiya televîzyonên Stêrk TV û Medya Haberê de girtiye.
Ajansên nêzîkî her du televîzyonanan amaje bi wê yekê dikin ku polîsan Belçîkayê avahiya studyoyên nûçeyan dorpêç kiriye û nahêlin xebatkarên televîzyonê biçin nava avahiyê.
“Televîzyonên me hatin dagirkirin”
Komîteya Şêwirmendiyê ya Stêrk TV û Medya Haberê jî li ser biserdegirtinan daxuyaniyek belav kir.
Komîteyê amaje bi wê yekê kir ku “Biserdegirtina televîzyonan dagirkirin e” û wiha got:
“Bêguman ev konsept konsepteke êrişa navneteweyî ye.
23yê Nîsanê saet 02:00yê şevê biserdegirtina studyoyên Stêrk TV û Medya Haberê yên Belçîkayê jî delîla vê yekê ye.
Televizyonên me niha ji aliyê bi sedan polîsan ve hatine dagirkirin.
Ne mimkin e em li hemberî vê êrişê bê deng bimînin ku armanca wê bêdengkirina dengê gelê Kurd e.”