Mal û mulkên hejmareke welatiyên Rojavayê Kurdistanê li Sûdanê hatin talankirin

23-04-2023
RÛDAW
Mal û mulkên hejmareke welatiyên Rojavayê Kurdistanê li Sûdanê hatin talankirin
Mal û mulkên hejmareke welatiyên Rojavayê Kurdistanê li Sûdanê hatin talankirin
Nîşan Sûdan Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Sûdanê 9 roj in şer berdewam e, di wî şerî de bi sedan kes hatine kuştin û bi hezaran kes jî birîndar bûne. Herwiha mal û mulkên hejmareke welatiyên Rojavayê Kurdistanê li wi welatînê hatin talankirin û Ji destpêka şer ve heta niha 11 welatiyên Sûrî jî hatine kuştin.

Ji roja 15ê vê mehê ve şer û pevçûn di navbera Artêşa Sûdanê bi serokatiya Ebdulfetah Burhan û Hêzên Piştevaniya Bilez (RSF) bi serokatiya Mihemed Deqlo berdewam in, heta niha bi sedan 300 kes hatine kuştin, bi sedan kesên din jî birîndar bûne.

Şer rewşa welatiyên Rojavayê Kurdistanê yên li wî welatî xirabtir kiriye, gelek ji wan ji ber şer ji Xertûma paytext reviya ne.

Li Xertûm Behrî hejmareke kargehên kelûpelên xwarinê, Plastîk, PVC û Berdeyên LG yên welatiyên Rojavayê Kurdistanê hene, gelek ji wan hatine talankirin û şewitandin.

Koçberekî ji Kobanê dîmenên ji nav Xertûmê ji bo Rûdawê şandine, kargeha wan a li wî bajarî hatiye talankirin û şewitandin.

Welatiyên Rojavayê Kurdistanê li Sûdanê daxwaza alîkariyê dikin

Li gorî medya nêzîkî Hikûmeta Sûriyê, di şer û pevçûnên li Sûdanê de heta niha 11 welatiyên Sûrî hatine kuştin, bi dehan kesên din jî birîndar bûne.

Li gorî balyozxaneya Sûriyê li Xertûmê, 30 hezar welatiyên Sûrî li Sûdanê dijîn, lê li gorî dawî amara Netewên Yekbûyî hejmara wan zêdetirî 90 hezar kesî ne.

Tevî ragihandina agirbestê jî lê Ji roja 15ê vê mehê ve şer û pevçûn di navbera Artêşa Sûdanê bi serokatiya Ebdulfetah Burhan û Hêzên Piştevaniya Bilez bi serokatiya Mihemed Deqlo berdewam in, heta niha zêdetirî 400 kes hatine kuştin, bi hezaran kesên din jî birîndar bûne.

Welatiyê Rojavayê Kurdistanê li Sûdanê Celal Temo bi rêya telefonê beşdarî bultena Rûdawê bû û behsa welatiyên Rojavayê Kurdistanê yên li Sûdanê asê mane.

Celal Temo ragihand ku ew 50 kes ji bajarê Xertûmê koçber bûne û  li bajarê Dungule asê man û em hatine şelandin.

Bi gotina Celal Temo jin jî bi wan re hene û hemû pere û zêrên wan ji wan hatine standin.

Celal Temo da zanîn ku ew dixwazin xwe bigihînin Misirê, lê kes ji wan re nabe alîkar.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst