Hejmareke zêde ya welatiyên Rojavayê Kurdistanê li Sûdanê asê mane

23-04-2023
RÛDAW
Hejmareke zêde ya welatiyên Rojavayê Kurdistanê li Sûdanê asê mane
Hejmareke zêde ya welatiyên Rojavayê Kurdistanê li Sûdanê asê mane
Nîşan Sûdan Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Piştî ku li Sûdanê di navbera artêşa Sûdanê û Hêzên Piştgiriya Bilez (RSF) de şer û pevçûn dest pê kirin gelek welatan welatiyên xwe ji Sûdanê derxistin lê nêzîkî 50 welatiyên ji Rojavayê Kurdistanê li wir asê mane.

Roja Şemiyê, artêşa Sûdanê ragihand ku wan hêsankarî ji bo vegera dîplomat û welatiyên biyanî kiriye. Artêşa Sûdanê got ku Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Sûdanê Abdulfettah Burhan gelek telefon ji serkirdeyan wergirtine ji bo hêsankirina vegera ewle ya welatiyên biyanî.

Mihemedê Hec Bozan ê ji Girê Spî ya Rojavayê Kurdistanê ku demeke dirêj e li paytexta Sûdanê dijî beşdarî bultena Rûdawê bû û behsa rewşa Kurdên li Sûdanê kir.

Mihemedê Hec Bozan diyar kir ku ew 50 Kurd li Sûdanê di malekê de dimînin û got, “Em ji Xertûmê ji ber tirsê derketin me got belkî em xwe bigihînin sînor, em niha 300 km nêzîkî Misirê ne. Em di rê ve rastî êrîşekê hatin, 2 otomobîlên me, pereyên me û zêrên me ji me standin. Her wiha 2 jin jî nexweş in, em nikarin bibin nexweşxaneyê.”

Mihemedê Hec Bozan anî ziman, “Em ji 2008an ve li Sûdanê ne, pismamên me li Xertûm asê mane, ne av heye, ne elektrîk heye ne jî benzîn heye ku pê ji wir derkevin.”

Mihemedê Hec Bozan bang li rêxistinên navdewletî û yên Herêma Kurdistanê kir ku alîkariya wan bikin.

Mihemedê Hec Bozan got, “Li Xertûmê jî nêzîkî 100 kesên din jî asê mane, ji ber şer nikarin derkevin. Di nav de Kurdan de kesî ku canê xwe ji dest dane nînin lê Sûrî, Helebên ku canê xwe ji dest dane û birîndar jî hene.”

Mihemedê Hec Bozan destnîşan kir ku wan peywendî bi Balyozxaneya Sûriyê re danîne lê bersiva wan nedane.

Di destpêka vê hefteyê de, pirsgirêkên di navbera Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar Abdulfettah Burhan û Fermandarê Hêza Piştgiriya Bilez (RSF) Mihemed Hemdan Degelo, veguherî şerekî xwînrêj li ser wê yekê ku kî dê welatê dewlemend birêve bibe.

Li gorî amarên Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) heta niha di şer de 413 kes mirine û 3 hezar û 551 kes jî birîndar bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst