Rûsya zêdetirî 20 dîplomatên Almanyayê dersînor dike

23-04-2023
RÛDAW
Nîşan Rûsya Almanya
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Derve ya Rûsyayê ragihand, ji ber ku Almanyayê dîplomatên Rûsyayê dersînor kiriye wan jî weke tolhildan biryara dersînorkirina dîplomatên Almanyayê wergirtiye. Hat diyarkirin ku biryar ji Balyozê Moskowê yê Almanyayê G. von Geyr ku di 5ê Nîsana 2023an de ji bo Wezareta Derve ya Rûsyayê hatibû gazîkirin, hatiye ragihandin.

Almanyayê bi hinceta “komkirina sîxuran” biryara dersînorkirina 30 dîplomatên Rûsyayê dabû.

Di daxuyaniya Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê de hat ragihandin ku li ser biryara rêveberiya Berlînê wan jî biryar daye ku bi heman awayî zêdetirî 20 dîplomatên Almanyayê dersînor bikin.

Di daxuyaniyê de hat gotin, “Rayedarên Almanyayê careke din biryara dersînorkirina dîplomatên Rûs dan. Em van kiryarên Berlînê yên ku li dijî hemû têkiliyên Rûsya-Almanya, di nav wan de pîvana wê ya dîplomatîk tevdigerin bi tundî şermezar dikin.”

Di daxuyaniyê de hat gotin, “Rûsyayê jî li hember kiryarên dijminane yên Almanyayê biryar da ku dîplomatên Alman ji Rûsyayê derxîne û hejmara herî zêde ya personelên nûnertiyên Almanyayê yên li welatê me bi awayekî berçav sînordar bike.”

Hat ragihandin ku biryar ji Balyozê Moskowê yê Almanyayê G. von Geyr re hatiye ragihandin ku di 5ê Nîsana 2023an de gazî Wezareta Derve ya Rûsyayê hatiye kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst