Polîsê Brîtanyayê li bav û keçeke Kurd ên winda digere

Hewlêr (Rûdaw) - Polîsê Brîtanyayê ragihand ku bav û keçeke Kurd li Lancashire winda bûne û ew ji tenduristiya wan nîgeran in.

Polîsê Brîtanyayê daxuyaniyek belav kir û tê de got ku Ehmed ê 36 salî yê ku bi navê Karwan tê nasîn û keça wî ya sê salî li ti derê nayên dîtin.

Bav û keça Kurd herî dawî di 10ê Nîsanê de li Blackpoolê hatibûn dîtin û polîs di 18ê Nîsana ji windabûna wan hatine agahdarkirin.

Qama Ehmed 162 cm, çavên qehweyî, zexm, porê reş û kurt û rih reş e. Li gorî polîsê Lancashire, Dunya ya keça wî, porê wê xelek e û qehweyî ye, çavên wê qehweyî ye û dirêjiya wê bi qasî 90 cm ye.

Polîs diyar kir ku nas û mirovên wan li Manchester û Kentê hene û got, “Dibe ku hîn li Blackpoolê bin lê dibe ku dûr jî çûbin.”

Lêkolerê Polîsê Blackpool Lee Wilson got, “Îro ez daxwaza alîkariyê ji xelkê dikim ku alîkariya me bikin ku em Ehmed û Dunya bibînin. Windabûna wan a bi vî awayî ne asayî ye û divê em bi dû wan kevin da ku ji selametiya wan agahdar bin.”

Lee Wilson her wiha anî ziman, “Dibe ku ew hîn jî li Blackpool û Field bin, an jî ji herêmê derketibin. Heger we ew dîtibin an jî hûn Ehmed nas dikin an jî we bihîstibe ku li ser rêwîtiya cîhek din in. Ji kerema xwe werin ser xetê û agahî her çend hindik be jî bidin polîsan, ji ber ku ew dikare bibe alîkariyek mezin ji me re. Her agahiyek ku ji aliyê gel ve ji me re tê dayîn bi nepenî tê girtin. Heger we ew dîtin, yan jî zanyariyeke we li ser wan heye, ji kerema xwe re me agahdar bikin.”

Polîsê Lancashire du hejmarên têlefonê yên herêmî yên Brîtanyayê jî danîne ku ew jî ev in; 101 û 999. Kesên ku li derveyî Brîtanyayê zanyariyan li ser wan heye dikarin telefonî vê reqemê bikin; +441772614444