Serokwezîrê Ukraynayê: Cîhan şahidê mezintirîn karesata li Mariupolê ye

23-04-2022
RÛDAW
Nîşan Ukrayna Denys Shmyhal Mariupol
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Ukraynayê dibêje, cîhan şahidiyê li ser “mezintirîn” karesata mirovî ya li Mariupolê dide.

Roja Înê 22ê Nîsana 2022ê Denys Shmyhal li Washingtonê di civîneke çapemeniyê de ragihand ku Ukrayna dixwaze ev şer bi dawî bibe û got, ew wek Ukrayna şer bo serbixweyî û demokrasiyê dikin û Rûsya bi wê yekê tohmetbar kir ku hewl dide welatê wan dagîr bike û xelkê bikom bikuje.

Serokwezîrê Ukrayna bal kişand ser Bucha û Mariupolê û got, Rûsyayê li wan cihan tawanê şer kiriye û wek welatê terorê binav kir.

Serokwezîrê Ukraynayê Denys Shmyhal  “Rewşa Mariupolê gelekî xirab e. Ev mezintirîn karesata mirovî ye di vê sedsalê de û dibe di dema sedsala borî de jî. Ji ber dibe bi hezaran kes li Mariupolê canê xwe ji dest dabin. Her dema ji destê Rûsyayê hat rizgarkirin, kuştin û tawanê şer li Mariupolê dibînin. Ev beşê yekem e. Beşa duyem ew e ku; hejmareke zêde ya balyozên welatan vedigerin Kievê ji ber êdî Kiev silamet e û em li benda hemû balyozên din in jî daku vegerin û daxwazê ji wan dikin vegerin. Em hêvîdar in balyozê Amerîkayê jî di demeke nêzîk de vegere. Ez û Serokê Ukraynayê jî, vê demê hemûyî em li Kievê bûn û daxwazê ji hevbeşên xwe dikin li wê derê kar ligel me bikin.”

Ev di demekê de ye, ji destpêka şerê Ukraynayê ve, bilndtirîn berpirsê Ukraynayê ye ku serdana Washingtonê bike, di wextekî de ku Rûsyayê operasyona xwe li navçeya Donbas û rojhilatê Ukraynayê berfireh kiriye.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst