Li Almanyayê jiyan hêdî hêdî tê asayîkirin

23-04-2020
Zinar Şîno
Li Almanyayê hêdî hêdî dest bi asayîkirina jiyanê tê kirin.
Li Almanyayê hêdî hêdî dest bi asayîkirina jiyanê tê kirin.
Nîşan Almanya North Rhine Westphalia
A+ A-

Duseldorf (Rûdaw) - Hikûmeta Almanyayê dest bi vekirina beşek ji dibistan û navendên xwendinê dike. Li gorî Wezîra Perwerdê ya Herêma North Rhine Westphalia, di vê qonaxê de 300,000 xwendevan li ser astên cuda dest bi xwendinê dikin.

Endamekî parlamentoya wê herêma Almanyayê, piştevaniya pêngavên hikûmetê dike û dibêje, destpêkirin û asayîbûna jiyanê giring e, lê ji aliyê din ve mamoste dibêjin ku parastina dûriya civakî di navbera xwendevanan de zehmet e, ji ber ku ew gelekî dilivin û çalakiyên zêde dikin.

Ew parlamenter herwiha dibêje, mamostayên pêwîst jî nînin ku di her holeke xwendinê de kêmtirî 30 xwendevanan hebin.

Hikûmeta Almanyayê ragihandiye, xweparastin û parastina paqjiyê ji rêkarên herî giring in ku mercên dubare destpêkirina proseya xwandinê ne.

Mamostayek dibêje: Em nikarin 30 zarokan di polekê de danin û dersan bêjin, ji ber ku me rûbereke wiha nîne û em neçarin li ser grûpan dabeş bikin, lê me têra wê çendê mamosta jî nînin.

Wezîra Perwerdeyê ya Herêma North Rhyne Vestvalen, Yvonne Gebauer dibêje: “Ew corên xwandingehan ên ku divê xwandevanan werbigirin, ev in; dibsitanên destpêkê, navendî û lîse û yên giştî, lîseyên nû ku heta sala 13an dixwînin, kolêjên pêşxistinê û dibistanên nimûneyî û yên pîşeyî. Ev ev in ku ji roja Pêncşemê ve divê biçin dibistanê û hejmara wan nêzîkî 300 hezar kesan e.”

Parlamenterek jî biryara pêngav bi pêngav vekirina navendên xwandinê bi giring dibîne.

Frank Rock, Endamê Parlamentoya Herêma North Rhine Westphalia ji Rûdawê re ragihand: “Ez bi dirist û giring dibînim biryara vekirina dibistanan, ji ber ku pêwîstiya me bi hinek asayîbûnê heye di vê webayê de, lê bher tiştê heta niha hatiye gotin, di bin rêkarên tendirustiyê de bûye. Tenê ew xwandevan in ên ku divê îsal ezmûnan bikin û li tevahiya herêma me, rêjeya wan nêzîkî % 10ê xwandevanan e.”

Berpirsê Komeleya Rêveberên Dibistanan, Harald Willert jî dibêje: “Eger xwandevan di nava pole de û rûniştî pabnedî bi dûriya metr û nîvan bikin, gelek baş e lê di dibistanan de gelek livînên xwandevanan heye, çûna di jûran de, derketina ji jûran û çûna bêhnvedanê û di bêhnvedanê bixwe de, çalakiyên din jî hene. Em heta bêhnvedana havînê tekez prseoya xwandinê normal nabînin.”

Qonaxa yekê ya asayîkirina jiyana rojane û giştî li Almanyayê bi vekirina hin bazar û dikanan û cihên giştî ji 20ê Nîsanê ve dest pê kiriye, lê ji niha ve çalakiyên meha 9 û 10 yên girseyî hatine betalkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst