Malezya ji ber zêdebûna paşmayiyên plastîkê dinalîne

Hewlêr (Rûdaw) - Paşmayên plastîkî pirsgirêkeke cîhanî ye û bi dehan welat ji ber dinalînin. Piştî qedexeya hawirdekirina paşmayiyên palstîk ji aliyê Çînê ve, Malezya rûbirûyê kêşeyeke mezin bûye, li çendîn cihên vî welatî, ji paşmayên plastîkî girên mezin çêbûne.

 

Li Malezya Navenda Recycling heye, lê beşek ji kargehan, maddeyên neyasayî bikar tînin û dubare bikaranîna wan ne karekî asan e.

 

Derbarê vê yekê de dosta jîngehê Pua Lay Peng  dibêje: “Ev kargeheke neyasayî ye li nêzîkê navçeya me, ku kêmî kîlometreyekê dûr e. Li vê derê navendeke bikaranîna plastîk heye, me sûd ji pêşketinên welatên wek Amerîka, Australya, Brîtanya, Swîsre û Japonyayî dîtiye."

 

Ji bo ji stoxwekirina paşmayên plastîkî yên kom bûne, beşek ji kargehên Malezyayê dest bi şewitandina paşmayiyan kirine, vê yekê jî ligel ku pirsgirêk çareser nekiriye, lê bo akinciyên welat bûye pirsgirêkeke tendirûstî jî. Hikûmet bo kontrolkirina vê rewşê, çendîn tedbîr wergirtine, hejmarek kargehên neyasayî hatine girtin, lê ev hê jî nebûye sedema çareserkirina vê kêşeya bingehîn.

 

Herwiha Pua Lay Peng  got: “Me zanî ku kargeh maddeyên plastîk ên xirab, an jî maddeyên din ên zerarê didin diavêje û piştre li pişt kargehê wan dişewitîne. Lewra wê dûmana bijehr pirsgirêkeke mezin a tendirûstî bo xelkê me çêkiriye."

 

Çînê berê salane 600 hezar ton maddeyên plastîk hawirdeyî welatê xwe dikir û vê yekê jî Malezya û çend welatên din ên deverê ji van paşmayiyên plastîkî rizgar kiribûn, lê çend sal dibe ev hejmar bi awayekî berçav kêm bûye û niha salane tenê 30 hezar ton hawirde dike. Pisporên warê jîngehê li Malezyayê jî dibêjin, çareserî bo rizgarbûna ji paşmayên plastîkî ne hinardekirin e ji welatê wan bo Çînê, lê kêmkirina berhemanîn û bikaranîna wê maddeyê ye li Malezyayê.