Li Moskowê rewşa kampa Rukban hat gotubêjkirin

23-04-2019
Xalid Hisên
Serokê navendeke leşkerî ya Wezareta Berevaniya Rûsyayê dibêje, Amerîka dixwaze pirsa Kampa Rukban bêyî amadebûna nûnerên hikûmeta Sûriyê çareser bike lê Moskow li dijî vê yekê ye.
Serokê navendeke leşkerî ya Wezareta Berevaniya Rûsyayê dibêje, Amerîka dixwaze pirsa Kampa Rukban bêyî amadebûna nûnerên hikûmeta Sûriyê çareser bike lê Moskow li dijî vê yekê ye.
Nîşan Rûsya Moskow Kampa Rukban Sûriye Amerîka Mikhail Mezentsev Îgor Borîsov
A+ A-

Moskow (Rûdaw) - Serokê navendeke leşkerî ya Wezareta Berevaniya Rûsyayê dibêje, Amerîka dixwaze pirsa Kampa Rukban bêyî amadebûna nûnerên hikûmeta Sûriyê çareser bike û Moksow jî vê yekê qebûl nake.

 

Di çarçoveya birêveçûna konferansa taybet bi rewş û siberoja koçber û penaberên Sûriyê de, ku li Moskowê hatiye sazkirin, endamekî encûmena karûbarên navdewletî ya girêdayê serokatiya Rûsyayê ji Rûdaw re da xuyakirin, ku piştî vegera penaberan, divê hilbijartin li Sûriyê bêne kirin û hikûmeteke nû bê avakirin.

 

Desteya Hevahengî ya Vegerandina Awareyên Sûriyê ku Rûsya û Sûriyê bi hev re ava kirine, sêyemên civîna xwe li avahiya Wezareta Berevaniya Rûsyayê encam da. Civîn taybet bû bi rewşa kampa Rukban a awareyên Sûrî ku li sînorê Sûriyê di jêr desthilata hêzên Amerîkayê de ye.

 

Ji ber ku vegerandina awareyên kampa Rukbanê bêyî alîkariya Amerîkayê zehmet e, Waşington ji bo vê civînê hatibû vexwandin lê belê Amerîkayê red kiribû ku beşdarî di civînê de bike.

 

Serokê Navenda Arastekirina Bergirî ya Wezareta Berevanî ya Rûsyayê, general Mikhail Mezentsev ji Rûdawê re ragihand: “Amerîka dixwaze pirsgirêka kampa Rukban bi tenê li Emanê çareser bike, ew yek jî di çwarçoveya civînên 3 alî yên Rûsya, Amerîka û Urdinê de, lê em di wê baweryê de ne ku bi bê beşdarbûna nûnerê taybet ê Netewên Yekbûyî herwiha ji hemûyam giringtir, beşdarbûna nûnerê hikûmeta Sûriyê ew pirsgirêk nayê çareserkirin.”

 

Rûsyayê plan heye ku proseyê berfirehtir bike û ji bilî navxwe û welatên cîran ên Sûriyê, awareyên Sûrî yên ji welatên din jî vegerîne. Moskowê heta niha ti aware û penabrekî Sûrî wernegirtiye û Sûriyên ku heta niha mafê manê li Rûsyayê wergirtine, ew maf ji wan tê standin. Niha li tevahiya Rûsyayê, tenê derdora 850 awareyên Sûrî mane.

 

Endamê Encûmena Karûbarên Navdewletî ya ser bi Serokatiya Rûsyayê ve, Îgor Borîsov jî ji Rûdawê re diyar kir: “Ez wek kesekî ku giringiyê bi mijarên mafên mirovan didim, di wê baweriyê de me ku divê piştî vegera wan koçberan bo ser mal û milkên xwe, bernameyeke taybet ji bo encamdana hilbijartin û pêkanîna hikûmeteke nû ku bikaribe yasa û dem û dezgehên nû damezrîne, wate, divê di heman dema ku xelk vegerin malên xwe em kar bikin da ku jiyana siyasî jî pêş bixin û xelk bikaribin dem û dezgehên xwe birêve bibin.”

 

Li gor daneyên Wezareta Bereanî ya Rûsyayê, heta niha milyonek û heftsed û şanzdeh awareyên Sûrî hatine vegerandin û ji wê hejmarê, 1 milyon û 289 hezar kes ji wan kesan in ku li navxweyê Sûriyê aware bûbûn û 427 hezar jî awareyê welatên cîranê Sûriyê bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst