Li Şilî çiyayê agirî teqiya

23-04-2015
RÛDAW
A+ A-

 

Navenda Nûçeyan - Li welatê Şilî piştî nêzîkî 40 salan, volkana Çiyayê Calbuko teqiya û rewşa navçeyên çiyayî aloz kir û tirsa wê yekê heye ku ew volkan bigihê cihên navendî jî.

 

Li gorî nûçeya BBCê  derdora bajarê nêzîk Çiyayê Calbuko, Puerto Mont xweliyê girt.

 

Wezîrê Karên Navxweyî yê Şilî Rodrigo Penailillo  ragihandin ku wan daxwaz ji xelkê bajarokê Puerto Varasê kiriye ku navçeya xwe vala bikin, ji ber ku metirsî li ser jiyana wan heye.

 

Ew volkan ji asta pêşbînîkirî zêdetir bû, ji ber vê jî dezgeha jeolojî û rûbirûbûna karesatên sirûştî ya Şîlî hişyarî da welêt.

 

Çiyayê Calbuko 6 hezar û 500 metran ji asta deryayê bilind e û sala 1972an bi heman awayî volkana wê teqiya û ew yek ji wan volkanên cîhanê ye ku metirsiyeke mezin e ji bo ser xelkê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst