Mezlûm Ebdî ji bo êrişa li Moskowê peyamek belav kir

23-03-2024
Nîşan Moskow Êriş Mezlûm Ebdî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî, ji bo êrişa li Moskowê peyamek belav kir.

Li Moskowa paytexta Rûsyayê doh êvarê êrişî saloneke konserê hat kirin.

Komîteya Lêkolînê ya Rûsyayê ragihand ku di vê êrişê de 133 kes hatine kuştin.

DAIŞê piştî êrişê ragihandibû ku wan ev êriş encam daye.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî bi rêya hesabê xwe yê Xê ev êriş wekî êrişeke terorê bi nav kir.

Mezlûm Ebdî ji gelê Rûsyayê û xizmên kuştiyan re sersaxî xwest.

“Metirsiya DAIŞê berdewam dike”

Mezlûm Ebdî di peyama xwe de bal kişand ser metirsiya DAIŞê û got:

“Vê êrişê nîşan da ku metirsiya DAIŞê berdewam dike û li cîhanê belav dibe.

Herwiha nîşan da ku ji bo têkoşîna bi DAIŞê re û ji bo ewlehî û aştiya cîhanê pêdivî bi hevkariya navneteweyî heye.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst