Êrişa li Moskowê: 'Rewşeke gelekî dilhezîn bû'

23-03-2024
Kamîz Şeddadî
Kamîz Şeddadî
Ciwanekî ku behsa bûyerê dike / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Ciwanekî ku behsa bûyerê dike / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Êrişa Li Moskowê Rûsya
A+ A-

Moskow (Rûdaw) – Salona konserê ya herî mezin a li Moskowê Crocus City Hall rastî êrişeke çekdarî hat û hat şewitandin.

Bi dehan ambulans, wesayîtên agirvemirandinê û bi sedan wesayîtên serbazî li cihê bûyerê amade bûn.

Piştî bi 2 demjimêran di ser belavbûna agahiyê re ku kesên çekdar ketine nav salonê û xelk gulebaran kirine û agir berdanê avahiyê tîma Rûdawê jî li cihê bûyerê amade bû.

Hemû kesên ku bi saxî ji êrişê rizgar bûne, ji cihê bûyerê hatin dûrxistin.

Birîndar hem bi ambulans hem bi helîkopteran hatin veguhastin.

Ji ber ku ketina salonê ne ewle ye tenê helîkopterên agirvemirandinê ji esman dikarin avê bireşînin ser avahiyê.

"Ez hatim ba bijîşkan û min got ez dixwazim alîkariyê bikim"

Xwebexşekî şêniyê Moskowê Yegor Karavaytsev got:

“Dema ez gihîştim vê derê, min dît çend kesan li ambulansan bar dikin.  Min çend birîndar dîtin.

Min termê kuştiyan nedîtin. Ez hatim ba bijîşkan û min got ez dixwazim alîkariyê bikim, ez dikarim çi bikim? Wan got, pêwîstî bi alîkariyê nîne, em bi xwe her tiştî dikin.”

"Min di jiyana xwe de karesateke wisa nedîtiye"

Hunermenda bi navê Olgayê jî anî ziman:

“Ev karesat e. Tiştê min dît, pir dilhezîn e. Min di jiyana xwe de karesateke wisa nedîtiye.

Ez di rê de diçûm. Min dît û ji bo alîkariyê hatim. Ev karesat e.”

Şahidê bûyerê Eduard jî da zanîn:

“Min destpêka bûyerê nedît. Dema ez hatim êdî dorpêç kiribûn. Min termê kuştiyan dîtin.

Bi hejmareke zêde ambulans û helîkopter bê navber birîndar vediguhastin.

Di 20 salên dawî de cara yekem e ku ez çalakiyeke terorîstî ya ewqasî mezin dibînim. ”

Roja duyemîn, beriya nîvro hat zanîn ku 11 kes li ser bûyerê hatine desteserkirin û di nav wan de 4 kesên ku rasterast êriş pêk anîne jî hene.

Êrişkar welatiyên Tacîkistanê ne û li nêzîkî sînorên Rûsya û Ukraynayê hatine girtin.

“Bûyer hema li ber çavê me qewimî”

Xwedekarê Dmîtriy jî li ser bûyerê got:

“Mala me ji vê derê ne dûr e. Şev me şewitîna salonê ji dûr ve dît. Ev der bajaroka Krasno-Gorsk e.

Bi kêfxweşî, nas û dostên me di nav kuştiyan de nînin lê piranîya qurbaniyan hemşeriyên me ne. Me destegul anîn da ku rihê wan bi bîr bînin.”

"Rewşeke gelekî dilhezîn bû"

Jineke bi navê Yuliyayê jî anî ziman:

“Xizmê min di nav kuştiyan de nînin lê ji ber ku mala me li wî aliyê rê ye, bûyer hema li ber çavê me qewimî.

Me dît çawa xelk ji holê derdikevin û direvin ber bi pirê ve. Rewşeke gelekî dilhezîn bû. Min nikaribû ku xwe ragirim û neyêm vê derê.”

24ê Adarê bû roja şînê

Li gorî amarên fermî danê êvarê hejmara qurbaniyan êdî ji 150 kesî bihurî bû lê rayedar dibêjin ev ne hejmara dawî ye.

Serokê Rûsyayê Vladîmîr Putîn ji ber karesata li Crocus Cityê, li tevaya Rûsyayê 24 Adarê wekî roja şînê ya neteweyî ragihand.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst