HAT NÛKIRIN - Êrişa li Moskowê: Herî kêm 115 kes hatin kuştin

Hewlêr (Rûdaw) - Komîteya Lêkolînê ya Rûsyayê ragihand ku di êrişa li Moskowê de hejmara kesên ku canê xwe ji dest daye bûye 115 kes.

Li Moskowa paytexta Rûsyayê doh êvarê li saloneke konserê êrişa çekdarî hat kirin.

Komîteya Lêkolînê ya Rûsyayê li ser êrişê daxuyaniyek belav kir.

Komîteyê di daxuyaniyê de diyar kir ku tîm gihîştine hejmarek cenazeyên din û got:

“Di encama êrişa terorî de hejmara kesên ku canê xwe ji dest daye bûye 115 kes.

Mixabin dibe ku hejmara qurbaniyan zêdetir bibe.”

Komîteyê herwiha da zanîn ku lêkolîna pisporan a li cihê bûyerê berdewam e.

DAIŞê girt ser xwe

DAIŞê berpirsiyariya êrişê girt ser xwe û îdia kir ku çekdarên wan ew êrişa li salona Krasnogorskê ya konserê ya Moskowê pêk aniye.

DAIŞê derbarê êrişê de li ser hesabê xwe yê Telegramê daxuyaniyek belav kir û got:

“Çekdarên Dewleta Îslamî li bajarê Krasnogorskê yê li derdora Moskowa paytexta Rûsyayê êrişî civateke mezin a Xirîstiyan kir, bi sedan kes kuştin û birîndar kirin û wêraniyeke mezin pêk aniye û vegeriyane baregehên xwe.”

Êrişa Moskowê

Li salona konserê ya bi navê Crocus City Hallê ya li Moskowa paytexta Rûsyayê êvara 22yê Adarê êrişeke çekdarî pêk hat.

Li gorî dîmenên ku li ser medyaya civakî hatine belavkirin, tê dîtin êrişkarên bikamûflaj li salona konserê guleyan direşînin.

Servîsa Ewlehiya Federal a Rûsyayê ragihandibû ku li gorî zanyariyên destpêkê, di êrişa terorîstî de 40 kesî jiyana xwe ji dest daye.

Her wiha Wezîrê Tenduristiyê yê Rûsyayê Mikhail Murashko ragihand ku 115 kes birîndar bûne ku birînên 60 kesî ji wan giran in.

Li ser banê salona konserê şewat derket û bi sedan tîm ji bo vemirandina şewatê çûn cihê bûyerê.

Li Moskowê hemû çalakiyên gel ên dawiya hefteyê hatin betalkirin.

Herwiha ji bo lêkolîna êrişa terorî grûpeke lêkolînê hatiye avakirin.

Li aliyê din Servîsa Parastina Neteweyî ya Federal a Rûsyayê (Rosgvardiya) ragihand ku operasyona girtina kesên ku êrişa çekdarî pêk aniye dewam dike.