Berpirsên Ukraynayê: zêdeyî 600 hezar kes ji Odesa derketine

Hewlêr (Rûdaw) - Cara yekê ye awazên mûzîka kolanên Odesa li pişt kîsên axê û dîwarên cîmentoyê bilind dibe, ku bo şer hatine amadekirin.

Igor Topsî yê 56 salî 30 sal e li vê kolanê ritîm lê dide, cara yekem e ku derdora xwe wiha valabûyî dibîne.

Xelkê Odesa dizane, êrişa Rûsyayê ya li ser bajarê wan tenê pêwendiya xwe bi demê re heye.

Igor Topsi ê sazjen dibêje, “Ez fêm nakim. Fêm nakim çi çêdibe. Nizanim çi hatiye serê welatê min û bajarê min. Eva ku rûdide ne cihê fêmkirinê ye, dibe ku berî 20 salan mirov wate bidayê, lê ez niha fêm nakim çima wisa lê hat.”

Her dema ku tren ji wêstgehê birêdikeve çîroka xemgîn a ji hev cudabûna evîndaran û ji hev qutbûna endamên malbatan destpê dike.

Ev mêr hevjîna xwe dişîne welatên Ewropayê û ew jî li vir dimîne û parastina welatê xwe dike. Her du jî vê wek hevdîtina dawiyê dibînin.

Ludmila, nişteciha Odesa dibêje, “Bo min eva ku rûdide karesat e. Dibînî ew ji dilê ku di qefesa singa min de ye dûr dikeve. Ez hevjîna xwe birê dikim. Nizanim çi dibe û çi tê serî.”

Odesa bajarekî sitratek û benderiye, dikeve ser Derya Reş, ji ber cihê wê yê cografîk, wek Mirwariya Derya Reş tê binavkirin…

Ev bajar cihê zêdetirîn yek milyon kesane; berpirsên Ukrayna dibêjin nêzîkî %60ê xelkê Odesa bajarê xwe bi cî hiştine. Her wiha, ji wan 10 milyon Ukrayniyên ku li seranserî welatên cîhanê belavbûyî ne.